Peymangeha Waşinton a Siyasetên Rojhilata Navîn duhî lêkolînek belav kiriye, têde tekez dike ku rihakirina Sûriyê û dubareavakirina wê û parastina sivîlan û têkşikandina rêxistinên terorîst, girêdayî ye bi dûrxistina binemala Elesed û hevparên wê ji desthilat û hukmraniyê.
Lêkolînê teror li Sûriyê bi encam û ne bi sedem dîtiye, û dibêje “peyama ku Rijêmê ji bo civaka navdewletî şand ew e ku du bijarde hene, an mana wî li ser desthilatê û rêvebirina welat, an jî wê “ trrorîst” rêveberiya welat bikin.
Lêkolînê bal kişandiye ku Esed kariye gelekan bixapîne bi wê yekê ku zirara wî ji ya rêxistina “Elqaîde” û “DAIŞ” kêmtir e, û tekez kiriye li ser wê rastiyê ku Rijêmê çekdarên Sûrî yên biyanî yên di rêxistina “Elqaîdê” ya Îraqê de ku ew bavê rêxistina “DAIŞ”ê ye, ji zîndana Seydnaya ya li Şamê ya navê wê bi xirabî derketiye sala 2011’an serbest berdan, bi armanca serkutkirina xwepêşanderên aştîxwaz û şoreşvanên lêbiral bi behaneya terorê ya Rijêm ew kiriye lîstikek ji xwe re û wê ji bo xwe bikar tîne, çi bi rêka hinartina wê bo derve yan xudankirina wê li hindur.
Herwiha lêkolînê bal kişandiye li ser hevpeymaniya Rijêmê ligel desthilatên wek wê ji bo li ser desthilatê bimîne, wek Rûsiya û Îranê, û Rûsiya ev valahiya desthilatê ji bo berjewendiyên xwe yên taybet bikar anî, û rûdanên li Sûriyê ji bercewendiya wê re hatin, û Îran jî ligel milîsên mezhebperist û ” hizbulah” ya Libnanê bi heman şêweyî xwestin alîkariyê bi Esed re li dijî şoreşvanan bikin, ku ev yek bû sedema zêdebûna tayifebûna şar.
Lêkolînê û ji bo bidawîkirina xwînrijandina li Sûriyê, daxwaza dirustkirina hevpeymaniyeke bihêz û pak di navbera Rûsiya û Amerîka de kiriye, ji bo xistina fişaran li ser Îranê ji bo rawestandina destdirêjî û destêwerdana wê di karubarên navxoyî yên Sûriyê de.
Her weha lêkolîn dibîne ku hevpeymaniyeke Amerîkî-Rûsî ya dibin çavdêriya NY de, wê bibe fakterek ji bo hesankirina derxistina çekan ji dest girûpên çekdar û dubare-tevlîkirina wan di civaka Sûrî de, ji bo bidawîkirina parçebûn û terorê û gefên çekdaran li ser sivîlan bi awayekî hinhino û paşî jinavbirina terorê biyekcarî.
Herwiha cext kiriye li ser pêwîstiya jinavbirina tundrewiyê li Sûriyê bi rêka şerê li dijî rijêma Esed, ku Rijêm ji berî niha ji aliyê Amerîka ve hatiye dîtin wek xudanker û çêkerê terorê.
Zêdetir lêkolînê gotiye ku “pêwîst e em bizanin ku şerê li Sûriyê bi sedema siyasetên Esed yên ji bo mana li ser desthilatê gihiştiye vê qonaxa aloz”, û bal kişandiye ser ku têkşestina Amerîka di serederiyeke jidil bi kirîza Sûriyê re, bûye sedema sedemê aloziya qeyrana li Sûriyê û li derve , û dîtiye ku ” tevlî weha jî hêjî dem derbas nebûye ji bo guhertina rewşê ber bi aliyê dirust de”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî