Lêkolîneke peymangeha Berlîn ya navdewletî ya siyasetên giştî eşkere kir ku hejmara êrîşên kîmawî yên ku li Sûriyê hatine encamdan ji yê ku hatine texmînkirin bêhtir e, û destnîşan dike ku 336 êrîşên kîmawî mîna gaza kilor û gaza Sarîn hatine encamdan.
Wê lêkolîna Elmanî ya ku kovara Der Spiegel belav kiriye, amaje dike ku berpirsyaretiya 98 ji sedî ji êrîşên kîmawî di stûyê rejîma Beşar Esed e ne.
Raporta kovarê got ku tevahiya êrîşên kîmawî girêdayî êrîşekê ne ku hêzên rejîma Esed encam dabûn, herwiha tîma pisporên navdewletî nirxandina xwe ji wan êrîşan re derxistibû li ser bingeha jêder û raportên pizişkî li ser rewşa qurbaniyan.
Ev lêkolîna Elmanî piştî mehekê ji tometbarkirina rêveberiya gumrik û baca Belcîkî ji sê kompanyan re bi şandina madeyên kîmawî ji bo Sûriyê, û di dema rûniştnên destpêkê yên dadgehê li bajarê “Anvers” de, rêveberiyê ew kompanî bi şandina madeya “Isopropyl” bo Sûriyê tometbar kir ku dibe di berhemanîna gaza Sarîn de tê bikaranîn
Berya niha jî hin çalakvan û hunermendên Sûrî helmetek li ser torên civakî dest pê kirbûn, bo dibîranîna cîhanê bi tawanên rejîma Esed, û daxwaza sizadana wî li ser tawanên ku encam dane derheqê xelkê Sûriyê bi bikaranîna çekên kîmyawî kir.
Herwiha rêkxerên helmetê ragehndibûn ku divê Encûmena Ewlekariya Navdewletî bi berpirsyaretiya xwe derbarê bicihkirina biryara 2209 rabe, ew biryara dide zanîn ku gaza kilor çekê kîmawî ye û bikaranîna çekên kîmawî di warê leşkerî de binpêkirin e ji yasaya navdewletî û biryara 2118 re.
Hêzên rejîma Esed gazên jehirdar li çend cihan li parêzgeha Idlibê û Xûta Rojhilat a Şamê bikar anîbû, hevdem ligel daxwazên rêxistinên mirovî û mafperwerî ji bo danîna sînorekî ji bikaranîna çekên kîmawî re ji aliyê rejîmê ve li Sûriyê.
Yekîtiya Ewropa ji sala 2017an de dest bi sepandina sizayan li ser kesayetiyên abûrî û siyasî kir, ku serê rejîma Beşar Esed li xwe digre, herwiha hejmareke kes ji malbata wî , bi sedema destêwerdana wan di bernameya çekên kîmawî de li wî welatî piştî destpêkirina Şoreşa Sûriyê di sala 2011an de.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê tekezî li ser piştevaniya van sizayan kir , û daxwaza aktîvkirina karê mekenîzma navdewletî ya serbixwe kir, ji bo sizakirina kesên tometbar bi encamdana tawanên şer li Sûriyê, û ev yek wek beşeke sereke ji çareseriya siyasî ya ku biryarên navdewletî tekezî li ser kirine, û di destpêka wan beyanameya Cinêv1 û biryara 2254 dibîne.
Jêder: Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê