Wednesday, 09 January 2019 15:08

Li ser Şopa Hejmarek ji Welatên Ewrûpayê Yekem Doza Dadwerî li Holanda li Dijî Rejîma Esed Vedibe

Ji aliyê hin parêzerên Sûrî û Rêxistinên Mafên Mirovan li Holandayê dozeke dadwerî li dijî rayedarên rejîma Esed ên sûcdar bi tawanên şer ên li çend salên borî li Sûryê hatine pêkanîn vebû, û ev gav bû cihê dilxweşiyeke berfireh di nav tevgera mafên mirovan û ya siyasî de.

Rartekek li roja duşemê ji aliyê Tora "BIRN" ve ya taybetmend bi dadpirsînan li Ewropa hat belavkirin, û têde gotiye ku ji aliyê saziya "Nuhanovic" ya Hollandî û Navenda qerebokirina qurbaniyên şer li Amsterdam û parêzerên Sûrî li Holanda, hewldan dibin ji bo dadgehkirina berpirsên rejîma Esad bi vekirina dozên yasayî li dijî wan.

Torê got ku dadgeha Holanda ya taybet bi dozên li dijî çar karbidestên rejîmê li ser pêkanîna tawanan li dijî welatiyên sûrî berçav dike, û torê navên kesên dozdarî dijî wan vebûne diyar nekirin.

Ku ew aliyên doz bilind kirine hewl didin fişaran li ser dadweriya Holandî pêk bînin ji bo ku dadgeha Holanda desthilata "dadweriya navnetewî" bistîne, da ku bikaribe dadpirsînan derbarê tawanan li dervî erda Holanda jî pêkbîne.

Ev pêgava dibe ji aliyê parêzerên sûrî û rêxistinên mafên mirovan, hevdem tê ligel bizavên Ewropayê yên dibin ji bo sizakirina berpirsyarên rejîma Esed yên sûcdar, bi pêkanîna tawanan li dijî gelê Sûriyê her ji destpêka şoreşa sûrî ji sala 2011'an ve.

Herwiha desthilata dadweriya Avusturyayê jî, di meha borî de dest bi lêpirsînan derbarê dozekê li dijî 24 berpirsên rejîma Esed kiriye, ku doz ji aliyê rêxistinên mafên mirovan hatibû bilindkirin, bi sûcdariya pêkanîna "tawanên şer" û kiryarên îşkenceya girtiyan û kesên bêserûşûn bi awayekî hovane di zindanên rêjîmê de.

Û berî niha jî, ji aliyê dadweriya fransa di mijdara borî de yadeştnameyeke girtinê ya navnetewî li dijî sê efserên mezin ên rejîma Esed hatibû bilindkirin, ku ew kes ev in: Elî Mamlûk, Serokê Buroya Ewlekariya Netewî, û Cemîl Hesen birêvebirê kargeriya îstîxbarata asmanî ya sûrî, û Abdul Selam Mehmûd, serokê şaxê lêpirsînê yê îstîxbarata asmanî.

Herwiha jî, dozgerê Almanya, di meha gulana borî de, yekem biryara girtinê ya navnetewî li dijî hin kesayetiyên rejîma Esed bilind kiribû, û di serî de li dijî serokê îstîxbarata hêza asmanî jeneral Cemil Hesen, piştî giliyekî ku ji aliyê hin girtîyên berê yên di zindanên rejîmê de hatibû pêşkêşkirin.

Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bang li rêxistinên mafên mirovan û kesên sûrî yên xwediyê regeznameya Ewropayê kiribû, ku dozên dadwerî derbarê tawanên rêjîma Esed li welatên cuda pêşkêş bikin.

Hevbendiya Niştimanî dabû zanîn ku ev doz dibin fişareke navnetewî ya giring li ser rejîma Esed û dewletên piştevanên wê, û bal kişandibû ku ev fişar dibin alîkar ji bo nehêlana dubarekirina desthilata rejîmê, û sizadana berpirsiyarên sûcdar bi tawanên şer.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

Home Nûçe Nûçeyên Siyasî Li ser Şopa Hejmarek ji Welatên Ewrûpayê Yekem Doza Dadwerî li Holanda li Dijî Rejîma Esed Vedibe