Wezîrên derve yên Koma heft dewletên pîşesazî yên mezin (G7) li ser pirotestokirina Rûsya bo riftarên wê yên nebaş lihev kirine, ji ber awayê wê yasayên navdewletî têk dide. û Waşinton jî gefa sizadana Mosko xwar, eger di vê rêbaza xwe de berdewam bimîne.
Wezîrê derve yê Birîtanî Borîs Conson got: ‘’ wezîrên derve di du rojên borî de di civînên xwe de li Torintoya Kenedî li ser damezirandina koma kar lihev kirin, bo lêkolîna awayê ziyandar yê Rûsya, li gor kiryarên Rûsya li Sûriya û Okranyayê dike.‘’
Û tekez kir ko nakokiyên di navbera Rûsya û welatên rojava de di salên dawî de pir bûne.
Û yê ko bi karûbarê wezîrê derve yê Emerîkî radibe Con Solviyan daxwaz ji Mosko kir ko dest ji astengkirina pirosêsa siyasî li Sûriyê berde, û karekî jidil bike ji bo dîtina çareseriyeke siyasî, û ji rojnamevanan re got: “divê Rûsya şirîkekî kartêker be li Sûriyê an jî ewê bête sizadan.‘’
Wezîrê derve yê Elmanî Hayko Mas ji rojnamevanan re got: daxuyaniya dumahiyê dîsa tekez dike ku gerek Rûsya bi karê xwe yê erênî rabe ji bo çareseriyeke siyasî li Sûriyê bête dîtin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko Rûsya şirîka tawankariyên rêjîmê ye, û tekez kir ko ew hemû tawankariyên cengê yên ko hêzên rêjîmê pêk tînin û ya dawî êrîşa kîmawî bû dinixumîne.
Mosko mafê redkirinê (Vîto) 12 caran li hindirê encûmena ewlehiyê bikar aniye, ji bo nehêle Esed gunehbar bikin, şeş car ji wan bo rawestandina karê komîta vekolîner ya navdewletî ya taybet bi bikaranîna çekên kîmawî bûn.
Mosko dijminkariya xwe ya leşkerî li Sûriyê dawiya eylûla 2015ê dest pê kir, û hêzên Rûsya piştgiriya hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî yên tirorist di hemû operasiyonên leşkerî li dijî herêmên raperîn kirine dikin, û ew bû sedema pêkanîna gelek tawankariyên cengê li dijî sivîlan.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans