Lotkeya Erebî ya ko Erebistana Siûdî mêvandariya wê kiriye, bikaranîna rêjîma Esed ji çekên kîmawî re û kiryarên Îranê yên tiroristî pirotesto kirin, û behsa giringiya dîtina çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re kir.
Lotkeya Erebî ya ko duh yekşembê li bajarê Eldehran ê Siûdiyê çêbû, piştgiriya xwe ji derbeya leşkerî re ya ko bargehên rêjîma Esed û milîtanên Îranî yên tirorist amanc kirin anî ziman, û tekez kir ko divê tawankarên cengê li Sûriyê bêne sizadan.
Û Nûnera siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropî Fîderîkamo Girînî ya ko li civînê amade bû got: giring e berpirsiyarên êrîşên kîmawî li Sûriyê bêne sizakirin.
Emîrê Kiwêtê Sebah Elehmed, bal kişand ser ko civaka navdewletî bi erkê xwe ranabe bo parastina sivîlên ko dikevin ber tawankariyên cengê, û got: “Ew lêdana kîmawî çêbû bi sedema ko Encûmena ewlehiyê derbarê rewşa Sûriyê bêçare bû”.
Serokê desteya danûstandinên Sûrî Nesir Elherîrî, gotarek arasteyî serpereştên Ereban yên ko li wir civiyane kir, û mixabiniya xwe anî ziman derbarê nebeşdarbûna nûnerên Hevrikiya Sûriyê li Komcivîna Erebî.
Û tekez kir ko rêjîma Esed bobelateke mirovî pêk aniye û hêj di tawankariyên cengê de berdewam e, û beraberiya biryarên Erebî û navdewletî dike, û bal kişand ser ko rêjîm sedema têwerdana derve ye. di destpêkê de milîtanên Îranî yên tirorist anîn, yên ko bi sedan tawankarî derheqê Sûriyan de li herêmên corbicor kirine.
Daxwaz ji dewletên Erebî kir ko yekdest bin bo rûxandina rêjîmê û kar bikin bo pirosêsa siyasî çalak bikin, tako çareseriyekê li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê bibînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî