Seroka Mekanîzma navdewletî ya bêalî ya vekolînkirina tawanên li Sûriyê Catherine Markey Oil, got ku ji aliyê pispor û lêkolerên navdewletî nêzîkî yek milyon belge li ser tawan û binpêkirinên li Sûriyê hatine komkirin, û ev yek tê di dema ku hêzên Esed û hevalbendên xwe operasyonên leşkerî pêk tînin, û bajar û gund û bajarok û taxên Idlibê bombebaran dikin.
Îro di hevpeyvînekê de ligel rojnameya “El-Şerq El-Ewset”, Oil piştrast kir ku komkirina belgeyan li ser binpêkirinên hemû aliyan û pêşkêşkirina wan ji bo dadgeheke niştimanî yan jî yeke navnetewî dema merc peyda bibin erkê Komîsyonê ye, û got ku rejîma Esed bersiva daxwazên wê yên serdana Şamê yan jî pêkanîna hevdîtinê ligel wê li Cenevre yan jî li New York neda.
Oil ragihand ku, herî kêm 900 hezar belge yan 4 milyar yekîneyên dîjîtal hatine komkirin, bi hevkariya mekanîzmayên heyî û aktorên çalak di nav de welatiyên sûrî û saziyên sivîl û dewletan.
Oil got ku “divê lêpirsîn û dadgehkirin beşek ji pêvajoya siyasî bibe”, û bal kişand ku belgeyên hatine komkirin ji aliyê Komîsyona Lêpirsînê, agahî û kurtî ne li ser tawanên ku pêkhatine.
Serokê “mekanîzma navnetewî ya bêalî ji bo lêkolînkirina tawanan” bal kişand ku rewşa Sûriyê ya “herî metirsîdar û biêş e” di nav hemû bûyerên ku wê di jiyana xwe ya pîşeyî de bi çavê xwe dîtine.
Oil cext li ser girîngiya dadgehkirina kesên sûcdar ên hemû aliyan li Sûriyê kir û got: “Aştî ne riyeke hêsan e, lê aştiya berdewam bê edalet çênabe, û aştiya berdewam li Sûriyê çênabe eger hemû alî neyên dadgehkirin”.
Koalîsyona lêpirsînê ya ser bi Netewên Yekbûyî ve li roja çarşemê di raportekê de piştrast kiribû ku zêdetir ji milyonek welatiyên sivîl ji destpêka îsal ve li ser destê rijîma Esed hatine koçberkirin, û diyar kir ku sê caran çekên kîmyayî ji aliyê rejîmê li deverên cuda hatiye bikaranîn.
Komîsyonê destnîşan kir ku ” koçberkirina bi darê zorê li Sûriyê di nîva yekê ji îsal de gihişt asta xwe ya herî bilind”, û diyar kir ku “tawanên şer, talan, êrîşên bêserûber û bikaranîna çekên qedexe ji aliyê hêzên rejîmê li piraniya parêzgehên koçberî li wan çêbûye hatine pêkanîn”.
Mekanîzma navdewletî ya bêalî bi biryara Meclîsa giştî ya Netewên Yekbûyî bi razîbûna 105 dewletên endam û bi biryara Konseya Ewlekariya navdewletî hate avakirin, piştî Rûsiyayê rê li pêşiya raguhestina vê yekê ji bo Dadgeha Ceza ya Navnetewî ya bi biryara Konseya Ewlekariyê ya NY girt, da ev mekanîzim bibe alîkar di pêvajoya lêpirsînê û dozgeriyê de, û peyketina kesên berpirsiyar di ber tawanên herî giran li Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî / Rojnama El-Şerq El-Ewset