Duhî Berpirsekî fermî yê Yekîtiya Ewropayê li Brukselê ragihand ku Konseya Yekîtîya Ewropayê, li ser asta wezîrên derve, li ber e ku di civîna xwe ya 21’ê vê mehê de, lîsteya sizayên li dijî kes û saziyên bi ser rêjîma Esed firehtir bike, bi zêdekirina navên hin efserên Rûsyayê di nava lîsteyê de.
Çavkaniyê diyar kir ku 11 kes û 5 rêxistin dê bêne zêdekirin li ser lîsteya reş ya Ewrûpayê ya li hember rejîmê li Sûrîyê, û ev yek hat ji berî civîna wezîrên derve yên 28 dewletan yên endam di YE de.
Wê çavkaniyê nexwest navên wan kes û saziyan yên di nava lîsteya nû ya sizayên Ewrûpî de eşkere bike, û got: “piştî standina biryareke fermî di roja duşemê de, dê navên wan bête belavkirina di rojnameya fermî ya YE de”.
Nûnerê YE ji rojnamevanan re ragihand ku: “yekemîn car dê navên bêne zêdekirina li ser lîsteya reş di çarçovê sîstemeke nû de ji bo cîbicîkirina sizayan li dijî derhêner û bikarhênerên çekên kîmyayî”.
Li gorî Ajansa “TASS” ya Rûsya ku daxuyaniya nûnerê Civata Yekîtiya Ewropayê tê wek dupatkirin li ser erêkirina biryara hatibû standin ji aliyê Konsulusên welatên Ewropayê Yekbûyî ji bo sepandina sizayan li ser çar kesên bijartî ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ku ew efserên serfermandariya giştî ya hêzên çekdar ya Rûsyayê ne.
Di nav wan de efserên Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar Rûsyayê, Alexander Petrov, û Ruslan Boucherov yê gumanbar bi hewla kuştina Sergei Skrebagl, û keça wî Yulia, û navên pênc welatiyên Sûriyê jî di nava lîsteyê de hatine.
Yekîtîya Ewropayê bi riya sîstema nû ya sizayên girêdayî bi çekên kîmyayî, ya ku ji aliyê Konseya YE li 15’ê cotmeha 2018 hatibû standin, dikare sizayan li kes û saziyên beşdar di berhdmhênan û pêşxistin û bikaranîna çekên kîmyayî de li seranserê cîhanê bisepîne, bêyî cudahiyên netewî yan cografî.
Tê zanîn ku lîsteya sizayên Yekîtiya Ewropayê, ya berdewam her ji 2011’an hata 2014’an ve tê xurt kirin, tê naskirin wek yek ji sizayên herî giring di dîroka Yekîtiya Ewropayê de, ku di nav de hemû cure-têkiliyên bazirganî yên Ewropayê bi sîstemê re qedexe kirine, bi taybetî di warê bazirganiya petrolê û berhemên petrolê de.
Herwiha ku siza bi awayekî berfireh hene li ser karbidestên bilind yên rejîma Şamê di nav lîsteya reş de, bi taybetî jî li ser serokê rejîmê Beşar Esed, û piraniya xizm û kesukarên wî, û bi qedexekirina têkiliyên darayî bi carekî ligel rejîma Esed.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê