Netewên Yekbûyî doh çarşembê ragihand ko çekdarên bi ser rêjîmê ve karwanên alîkariyên mirovî yên ko diçin herêmên dorpêçkirî li Humsê talan kirine, û heyberên wan birine herêma bin kontrola rêjîmê di heman çaxê ko danûstandinên Cinêva 4ê dest pê dikin.
Rêkxistinê bêtir got: gerek du karwan vê hefteyê derbasî taxa Elwe’r li Humsê bibin, ya ko ji hêla rêjîmê û milîtanên wê di bin dorpêçeke tund de ye, “lê yek ji wan bi sedema segmanan ji neçarî vegeriya”, endamên milîtanên “Qiwat Elrida” milîtanin mezhebperest in ko di bin sîwana rêjîmê û Îranê de kar dikin. Çend kamyon revandin û barê wan talan kirin.
Rêkxistinê got wan hewil careka din daye ko alîkariyan bigihînin taxa dorpêçkirî ji hêla rêjîmê û milîtanên wê ve, lê operasiyonên bombebaranê û guleberdanê nehiştin ko kamyonên bi alîkariyan barkirî derbas bibin. Û di rêya vegerê de çekdaran ew revandin û karwan ber bi herêma kontrola rêjîmê de birin.
li gora hevrêzkarê operasiyonên mirovî yê Netewên Yekbûyî Stîvin Obirayin got ko “kamyon û ajoker hinekî li dev xwe hiştin û danûstandineke tund bi wan re kirin, lê di pey re hemû berdan lê bêyî alîkariyan”.
Obirayin mixabiniya xwe diyar kir ji: “piştguhkirina parastina karmendên biwara mirovî” destnîşan kir ko bizavên ko dibin dê berdewam bin ji bo bigihên taxa Elwe’r, çimkî ji çar mehan ve 50hezar sivîl alîkarî negihaye wan, di hefteya buhûrî de Netewên Yekbûyî daxwaz ji rêjîma Beşar kir ko bihêle alîkariyên mirovî bigihêjin taxa Elwe’r, ko destpêşxeriyeke nêta baş diyar bike li gora rêkxistinê berî gera nû ya danûstandinên Cinêvê ko îro destpê bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê jî doh di daxuyaniyeke xwe de destnîşan kir ko bêçaretiya Netewên Yekbûyî hember cîbicîkirina biryarên xwe yên derbarê derbaskirina alîkariyên mirovî bo herêmên dorpêçkirî berdewam e.
Û têkçûna rêkxistina navdewletî di parastina karwanên xwe de ji bo rizgarkirina sivîlan berdewam e û ev mijar pêdiviya wê bi pêrabênên ser asta bilind heye, da cîbicîkirina karûbarên xwe dabîn bike, û karibe hemû astengiyên ko rêjîm û milîtanên bi ser ve datînin da nehêlin alîkarî bigihên derbas bike.
Hevbendiyê daxwaz ji Netewên Yekbûyî daxwaz kir ko yekser tevbigere ji bo bijarteya avêtina alîkariyan bi rêya asman ji hemû herêmên dorpêçkirî re, û li hêviya hevkarî û hevrêziya bi rêjîmê re nemîne, û rêjîm her berdewam e di nehêlana derbasbûna alîkariyan, di heman dema binpêkirina peyman û rêkeftinan.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans