Netewên Yekbûyî duhî roja duşemê, du kampanî ragihandin, yek ji bo parastina karmendên biwarê însanî, ku hat bi navê ” Ew ne armanc in”, û kampanya din jî ji bo parastina kesên sivîl li Sûriyê hat, piştî belgekirina kuştina 10204 sivîlan di sala borî de li Sûriyê.
Di daxuyaniya NY de hat ku welatiyên sivîl û xebatkarên mirovî ne armanc in,” û bal kişand li ser giringiya bêalîkirina sivîlan û got: “Alîkariya parastina welatiyên sivîl di şer û pevçûnan de bikin”.
Netewên Yekbûyî pêştir di 6’ê vê mehê de, êrîşên rejîma Esad û hevpeymanên wê li ser Idlibê şermezar kiribûn, û Ferhan Haq, Cêgirê peyvdarê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, daxwaza giringiya parastina welatiyên sivîl kiribû.
Herwiha ku Komîsyona Serbixwe ya Navnetewî ji bo lêkolînkirina binpêkirinên li Sûriyê , di pazdehê adara îsal de, raportek weşandibû û têde berdewamiya êrîşên bi mebest li dijî sivîlan piştrast kiribû.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan jî, kuştina 10204 sivîlan di sala 2017’an de belge kiribû, û di rapora xwe ya salane de li 1’ê rêbendana 2018’an gotibû ku di navbera qurbaniyan de “2298 zarok û 1536 jin bûn, tevî ragihandina rawestandina oparesyonên şer û rêkeftina herêmên kêmkirina tundutîjiyê.”
Tora navhatî diyar kiribû ku hêzên rejîma Esed berpirsiyariya herî mezin hildigirin li hember tawanên li dijî sîvîlan, pişt re hêzên Hevpeymaniya Navdewletî tên.
Ji aliyê xwe ve, Ofîsa Netewên Yekbûyî daxwaz ji Kordînasyona Karên mirovî li Sûriyeyê kir, ji bo sivîlan û xebatkarên alîkariyên mirovî nekin armanc, û bi taybetî karmendên xizmetgozariyê û xebatkarên tenduristiyê.
Di heman çarçoveyê de çalakvanên Idlibê gotin ku taxên nişteciyan li herdu bajarokên El-Tih û Tehtaya hatin bombebarankirin, û têde jin û zarokek hatin kuştin, û ev yek hat piştî du rojan ji topbarankirina gundewarê Idlib û Hema û Helebê, ku têde bi dehan kes ji jin û zarokan hatin kuştin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê