Netewên Yekgirtî ragihand ku raportên “cihê nerazîbûnê” derbarê encamdana êrîşên esmanî yên bûne sedema kuştin û birîndarbûna bidehan kes li parêzgeha Dêrazorê di herdu rojên borî de gihane wê.
Duhî roja înê, ev yek hat li ser zarê berdevkê Sekreterê Netewên Yekbûyî, Stephen Dugrick, di kongirekî rojnamevanî de li navenda NY li New York.
Dugrick got: “hêjî raportên cihê nerazîbûnê li ser êrîşên esmanî yên ziyanan têxin li ser niştecîhên Dêrazorê digehêjin hevkarên me yên biwarên mirovî”.
Û got ku ” roja pêncşema bûrî nexweşxaneyeke meydanî li Dêrazorê bi balafiran hat bombebarankirin, û têde bidehan kes hatin kuştin û birîndarkirin, tevlî jin û zarok û karmendên tîmên pizîşkî”.
Wî got: “Di heman demê de jî roja çarşemê, zindana gundê El-Kaşma, li nêzîkî Dêrazorê bi êrîşên esmanî hat armanckirin, û têde hin sivîl û kesên binçavkirî hatin kuştin û birîndarkirin”.
Û hemû aliyên şer li gor yasa navnetewî pabend kirin ji bo parastina sivîlan, tevlî stafên pizîşkî jî, û tekez kir ku “armanckirina navendên tenduristî û avahiyên din nayê qebûlkirin û tiştek qedexe ye li gor qanûna navnetewî”.
Ji aliyê xwe ve, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, kuştina 241 kesên sîvîl, di nav de 28 zarok û 23 jin bi destê Rûsiya û rejîma Esed di êrîşên li ser borên ava çemê Firatê de belge kiribû.
Torê di raporteke xwe de diyar kir ku herî kêm 20 borên avê ji sê aliyan hatine bombebarankirin, û bal kişand serbvku ew bor dikevin di parêzgeha Dêrazorê de, bê diyarkirina demên wan êrîşan.
Herwiha raportan bal kişand ku 98 hemwelatî, di nav wan de 7 zarok û 9 jin bi destê hêzên rejîmê, û 143 kesên sivîl di nav wan de 21 zarok û 14 jin in bi destê hêzên Rûsiya hatine kuştin, , û hevdem 15 komkujî ligel êrîşan, ji wan 9 ji aliyê rejîmê û 6 ji aliyê Rûsyayê ve hatine pêkanîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê