Netewên Yekbûyî êrîşên hêzên rêjîma Esed yên asmanî yên berdewam li ser bakurê Sûriyê pirotesto kirin, û doza pabendiya bi parastina sivîlan û deverên wan kir.
Stîvin Ducarîk berdevkê Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî nêgeraniya xwe wek hevrêzkarê karûbarê mirovî li Sûriyê Elî Elzaterî, û hevrêzkarê karûbarê mirovî yê herêmî yê qeyrana Sûriyê Kîvîn Kînîdî diyar kir, li ser wêraniya mezin ya cîgehên bijîşkî li bakurê Sûriyê yên ko bi êrîşên asmanî hatin amanckirin.
Ducarîk destnîşan kir ko raport dibêjin ku nexweşxana şehîd Wesîm Elhuseynî li bajarê Kefer Texarîm li gundewarê Idlib yê bakur sêşemba çûyî ket ber bombebaranê û hişt ko bi tekûzî ji xizmetê derkeve û nexweşxanak meydanî ya li jêr zemînê li herêma Abdidîn li gundewarê Idlib yê başûr ket ber bombebaranê û di encamê de çar sivîl hatin kuştin.
Ducarîk got ku agahî li ser amanckirina baregehên bijîşkî di vê nîsanê de bi çar operasiyonên asmanî yên din gihane me , yek ji wan nexweşxanak taybetmend bi guhdana zarok û diyan bû.
Berdevkê Netewên Yekbûyî got: “destdirêjiya li ser nexweşxane û baregehên bijîşkî durvên herî kirêt û hovane yên cenga Esed in, ko bi sedan karmendên biwarê bijîşkî kuştine, û perîşanan ji jiyanê bêpar dikin”.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans