Berpirsiyar û Diblomasiyin Netewên Yekbûyî gotin ko dê firakisyoneke nû di hindirê Rêkxistina Navdewletî de çêbibe ji bo amadekirina dadgehkirinên derbarê tawanên cengê yên li Sûriyê pêk hatine. Û biryar hate dan ko emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî, Entonyo Gotîrîş, dadwerekî an dozdarekî giştî erkdar bike, da serpereştiya wê desteyê bike, ya ko Netewên Yekbûyî di heyva çileyê pêşî de dengdan li ser damezirandina wê kiriye.
Berpirsiyara Mafên Mirovan ya Netewên Yekbûyî doh pêncşembê li Cinêvê got: “em texmîn dikin em ê nêzîk bi çend kesan dest pê bikin”. Bêtir got ku wê Tîm “pêzanînan vekolîn bike, û dosyên derbarê nebaştirîn binpêkirinên ko digihêjin asta tawanên navdewletî û tawanên li dijî mirovantiyê û yên qirkirinê amade bike, û yên berpirsiyarên wan destnîşan bike.”
Diblomasiyan diyar kirin ko Netewên Yekbûyî dixwaze di navbera 40 heta 60 pisporî di warên vekolîn, dozdarî, leşkerî, û pisporên nîşanên tewanan erkdar bike, ew deste dê wan dosyan amade bike. dibe ko dewlet an dadgehên navdewletî li “Lahayî” di demên pêştir de ji bo dadgehkirinê bikar bîne.
Mamostayê Yasaya Navdewletî li Peymangeha Vekolînên navdewletî “Endiro Kilabam” got: “niha nîşanan berhev dikin, û doseyên kêşeyên tawankariyê kom dikin. berî ko bêne jibîrkirin”. Û giringiyê bidin nîşanên ko komîta vekolînê ya bi ser Netewên Yekbûyî ve, ya ji sala 2011an ve berhev kirine, û heye ko bibe pêrabûneke yasayî, û pisporên yasayî û çalakvanên mafnasiyê xweşhaliya xwe pê dan.
Rêkxistina Lêbuhûrandina Navdewletî hefteya derbasbûyî got ko rêjîma Beşar bêtir ji 13000 girtî bi dar vekirine, rêkxistinê destnîşan kir ko rêjîmê “tawanên kuştin, êşkencekirin, binçackirina kotekî û kuştina li hindirê zindana Seydnaya ji 2011an ve di pêvajoyeke rêbazkirî de li dijî niştecihên sivîl bikar aniye”. Û tekez kir ko binpêkirinên li Seydnaya digihên asta tawanên li dijî mirovahiyê û divê vekolîn tê de bibe.
Jêder: Ofêsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Acans