Berpirsiyareka fermî ya Netewên Yekbûyî ji rojnameya Elmanî “Bild” re aşkere kir ku Netewên Yekbûyî hişyarî da li ser ku heye zêdetir ji 8 milyon welatiyên sûrî têkevin ber metirsiya teqemeniyan û şûnmayên şer, û di heman demê de bal kişandiye li ser bizavên hikûmeta Elmaniya ji bo rakirina mînan.
Agnes Marshilo, seroka ofîsa Netewên Yekbûyî ya karûbarên rêşûnên taybet bi mînan, di hevpeyvînekê de ji rojnameya Bild re, diyar kir ku Netewên Yekbûyî texmîn dike ku “8.2” milyon mêr, jin û zarok di bin rîska van mînan de dijîn.
Marshilo diyar kir ku “yek ji tiştên sereke niha di rojeva Sûriyê de ew e destnîşankirina navçeyên zerermend û qebarê rîska li wan heye ” û cext kir ku ev yek wê bibe “alîkar ji bo ofîsa mînan (UNMAS) di diyarkirina dahatan û dema pêwîst ji bo parastina welatiyên Sûriyê ji rîska teqemeniyan”.
Marshilo rola Elmanya di piştgiriya ramalîna minan de li Sûriyê bi bilindî nirxand û got ku Elmaniya wek qehreman tê dîtin di nav pêkhateyên ofîsa ramalîna minan de , û piştgiriya wê ya aborî ya berdewam ji bo gavên pêşketina berçav li hemû deverên dinyayê, tevlî Sûriyê, ku beşdariya wê aşkere û zelal e ji bo bizavên çalaktir ji bo Aştî û ewlehiya navnetewî.
Û li ser Netewên Yekbûyî axivî, herwiha li ser zehmetî û astengiyên li pêşiya gihîştina tevaya deverên Sûriyê, ji bo alîkariya di rihakirina jiyana xelkê de, û diyar kir ku “Netewên Yekbûyî ligor texmînên xwe nikare alîkarîyê di vê mijarê de li gor asta çalak û aktîv û pêdivî bike”.
Herwiha ku Washington û Birêtaniya, Almanya, Hollanda, Fransa û dijberên rêxistina çeteyên DAIŞ, yên serkêşiya şerê li dijî rêxistina DAIŞ li Sûriye û Iraqê dikin, daxwaza piştgiriya karên ramalîna mînan kiribûn, tevlî perwerdekirina xelkê wan deveran li ser ramalîna mîna li taxên nişteciyan.
Hêjayê gotinê ye ku saziya Mafên Mirovan “Human Rights Watch”, ji berî niha diyar kiribû ku ji xêrxwazên navnetewî tê xwestin ku ramalîna minan û perwerdeya derbarê rîska mînan bike karekî pêşinde ji bo parastina welatiyên sivîl, û got ku pêşkêşkirina hêsankirina derbasbûna tîmên ramalîna minan û pêşkêşkirina alîkarîya mirovî ji welatên cîranên Sûriyê tê xwestin.
Tê zanîn ku saziya Human Rights Watch”endamekî damezrîner e di “Kampanyaya Navnetewî ya qedexekirina minên erdê” de, û bi Xelata Nobel ya aşitiyê di sala 1997 de hatiye xelatkirin, li ser bizavên wê yên ji bo cîbicîkirina Peymana qedexekirina minan û beşdariyên wê di diplomasiya navnetewî ya nû de li ser bingeha pêwîstiyên mirovî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê / ereb 21