Rêxistina “UNICEF” ya Netewên Yekbûyî ya zarokan, duhî sêşemê, mirina 15 zarokên koçber piştrast kir, piraniya wan zarokên şîrmij in, ji encama sir û sermayeke dijwar, hin ji wan di kampan de, û hinên din jî dema ku di nava Sûriyê de keçber dibûn.
Rêxistinê diyar kir ku piraniya wan zarokan ji kampa El-Rikban in, ya li ser sînorê Sûriya-Urdun, yên ji navçeyên di bin kontrola rêxistina çeteyên DAIŞ de koçber bûne, û bal kişand ku jiyê 13 zarokan ji wan kêmtir ji salekê ye.
Rêveberê UNICEF yê herêmî li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur, Geert Kappalara, hişyarî da ku eger xizmeta tenduristî û parastin misoger nebin, dibe “zarokên bêtir roj bi roj li El-Rikban û Dêrazorê û cihên din ên Sûriyê bimirin”.
Kappalara, di daxuyaniyekê de, bal kişand ku pila sermayê û mercên jiyanê yên dijwar yên li kampa El-Rikban jiyana zarokan bi awayekî zêdetir dixe di rîskê de, ku berî hefteyekê zarokek bi navê Sumeya Selîm ji kampa El-Rikban ji ber sermayê û nekarîna malbata wê ya kirîna amûrên germkirinê jiyana xwe jidest da.
Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya ser bi Netewên Yekbûyî ve, dilgiraniya xwe diyar kir li hember mercên zehmet yên jiyana koçberên El-Rikban û koçberên Sûrî yên li ser sînorê Sûriya-Urdunê.
Di vê çarçoveyê de, ji aliyê hin raportên rêxistinan hat ragihandin ku şeş zarokên koçber ji Dêrazorê yên jiyê wan kêmtir ji 12 mehan e, jiyana xwe ji dest dan, piştî gihiştin kampa “Hol” li Hisiçayê ji ber xirabî û lawaziya tenduristiya wan.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bang li Netewên Yekbûyî kir, ji bo rizgarkirina penaberên Sûrî li kampan, û tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya bilez ji bo arîkariya penaberan kir, ji encama barîna şepoleke sir û sermayê îsal bi ser welat de.
Kampa El-Rikban ligel hatina demsala zivistanê rastî gelek nexweşiyan hatiye, û hejmara kesên nesax û miriyan di du mehên borî de zêde dibe, di nav de zarok, û ji aliyê tîma “hevrêzkarên hawarhatinê” Mirina 14 kesan ji ber rewşa mirovî ya xirab di nava kampan di meha borî de hatiye belgekirin.
Hêjayê gotinê ye ku kampa El-Rikban bi temamî ji aliyê hêzên Rûsya û yên rêjîmê dorpêçkirî ye, û ligorî raportên rêxistinên mirovî yên di meha dawî de hatine belavkirina, bi deh hezaran koçberên ku bi hezaran kesên kêmendam di nav wan de hene, di nav wan seqetan de 1460 jin, û 1621 mêr û 4273 zarok hene.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê