Netewên Yekbûyî ragihand ku pêdiviya zêdetir ji 11 mîlyon mirov li deverên cûda yên Sûriyê bi arîkariyê heye, di demekê de ku rêxistinên alîkariyê yên navdewletî nikarin tenê alîkariyên mehane ji nîvê wan re peyda bikin.
Kordînatorê Karûbarên Mirovahî û Hawarçûnê yê Netewên Yekbûyî, Mark Lokok, di pêşkêşkirina rapora xwe de li pêş Konseya Ewlehiyê ya NY, ragihand ku alîkariyên mirovî digehêjin nêzîkê 4 mîlyon kesî li seranserî sînorê bakurê Sûrîyê, û got ku 2.7 mîlyon ji wan li parêzgeha Idlib û derdora wê û bakurê rojavayê welêt in.
Lukok bang li endamên Encumena ewlehiyê kir da dema pêşkêşkirina alîkarîyan ya ku di meha Kanûnê de bidawî dibe dirêj bike, û tekez kir ku ev kiryar giring û binkeftî ne.
Lokok bal kişand ku rawestandina alîkariyan wê bi milyonên sivîlan ji piştevaniyê bêpar bike, û bibe sedema birçîbûn û nexweşîyê li deverê, û herweha sedema penaberiyeke nû ku wê kirîzê li navçeyê zêdetir û xirabtir bike.
Herweha Kordînatora Mirovahî rewşa xirab ya mirovî li bajar û gundên parêzgeha Idlib, nemaze di dema nêzîkbûna zivistanê û domandina êrişên hewayî li ser wê deverê, ji aliyê hêzên rejîma Esed û Rûsya ve gotûbêj kirin.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û rikberiya Sûrî, bang li Encumana Ewlekariyê ya NY kir da civîneke awarte li dar bixe, ji bo pêşkeftinên heyî li parêzgeha Idlib binirxîne, û gavên pêwîst bavêje bo rawestandina êrişa tawanbarî û bombebarana sîstematîk, û kirina her tiştê garantîya parastina sivîlan dabîn bike , jibo pêşîgirtina li tewanên nû yên ji hêla hêzên rêjîmê û balafirên patronê wê yên Rûsî.
Hêjayî gotinê ye ku bakurê Sûriyê rastî kampanyayek leşkerî ya mezin ji hêla balafirên şer û balafirên rêjîmê dibe, ku bû sedema koçberbûneke mezin li herêmê ber bi sînorê Tirkiyê ve, û qeyranek mirovahî çêkir, û ji neçarî rêxistinên alîkariyan jibo bicihanîna hewcedariyên bisedhezaran sivîlên ku ji zilma hêzên rejîmê û Rûsya direvin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî