Peymangeha Netewên Yekbûyî ya rahênan û vekolînan (UNITAR) ragihand ku hejmarek bajarên Sûriyê tûşî ziyanên mezin bûne ji ber kiryarên bombebarana ji aliyê rejîma Esed û alîgirên wê li dijî deverên serhildêr her ji sala 2011’an ve.
Enstîtuya NY got ku lêkolîn hatiye li ser şîkirina zirarên bi riya Satelîtan hatine dîtin, dema destnîşankirina avahiyên hatine wêrankirin yan jî yên gelekî zerermend bûne, da ku nêrînek giştî li ser radeya wêrankirina binesaziyê û bandora wê li ser civaka Sûriyê peyda bibe.
Lêkolîna Enstîtuya Netewên Yekbûyî da xuyakirin ku bajarê Helebê, yê herî hatiye wêrankirin li Sûriyê, ji ber bombebarana hêzên rejîmê, ku hejmara avahiyên wêrankirî gihiştiye nêzî 36 hezar avahiyan, û Xûta Rojhilat li Şamê bi 35 hezar avahiyên ku ji aliyê hêzên rejîmê hatine wêrankirin piştre hatiye.
Di lêkolîna Enstîtuyê de hatiye ku bajarê Humsê di rêza sêyemîn de ye, û têde 13 778 avahî hatine wêrankirin, û 12781 avahî li bajarê Reqa, û paşre Hema bi 6405 avahiyan, Dêrazor 6405 avahî, û kampa Yermûk ya penaberan bi 5489 avahiyên wêrankirî.
Piraniya bajar, bajarok û gundên Sûriyê, yên li dijî rejîma Esed rawestiyan, rastî êrîşên esmanî yên tund ligel topbaranê hatin, û hemû cureyên cuda yên çek û mûşekan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin bikaranîn, û ev yek bû sedema wêrankirina binesaziya bingehîn û jêrxana giştî û malên sivîlan.
Û Fransa û Almanyayê û Birêtaniya û Amerîka bi yekdengî daxuyaniyeke hevbeş bi helkefta heştemîn salvegera destpêkirina şoreşa Sûriyê derxistin, têde rejîma Esed bi birpirsyarê yekem di ber wêrankarî û trajidiya li Sûriyê bûye hat dîtin, ji ber bersivdana wê ya hovane li ser daxwazên gelê Sûriyê yên rewa û aştiyane.
Daxuyaniyê bal kişand ku gelê Sûriyê ji berî heşt salan ve derket xwenîşandanan bi doza azadî û dadmendiyê, di heman demê de rejîma Esed bi hovîtî bersiva xwenîşandanên aştiyane da, ku bû sedema mirina zêdetir ji 400,000 mêr, jin û zarokan, û binçavkirina bi deh hezaran kes di girtîgehan de, yên gelek ji wan hatin îşkencekirin û kuştin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî