Nivîsîngeha Mafên Mirovan ya NY diyar kir ku bi sedan welatiyên parêzgeha Der’ayê piştî kontrolkirina wê ji aliyê rejîma Esed ve hatine girtin, tevî tevlîbûna Rûsyayê weke aliyekî gerantor yê peymana lihevhatina bi darê zorê.
Berdevkê Ofisa Mafên Mirovan ya Netewên Yekbûyî, Marta Hartado, tekez kir ku raportên bi belge hene li ser girtina 380 kesî li ser destê hêzên ewlekariya rejîmê di navbera meha tîrmeha 2018 û heta adara îsal de.
Ofisê diyar kir ku girtinên hatine pêkanîn di bin hinceta “terorê” de ne, û bêyî ku rejîm zelal bike. Û diyar kir ku 150 kesên binçavkirî piştî demekê hatine serbestberdan, û hêjî herî kêm 230 kes binçavkirî mane û çarenivîsa wan nediyar e.
Herwiha bal kişand ku 11 welatî yên karmendên encûmenên xwecihî û rêxistinên mirovan, civaka medenî û çeteyên berê yên hêzên leşkerî hatine kuştin, û got ku her 11 bûyerên kuştinê bi rêya gulebarankirinê ji otomobîlan hatine pêkanîn.
“Lema Faqih”, Cîgira rêveberê Rêxistina “Human Rights Watch” li Rojhilata Navîn, got ku ” rêşûnên yasayî yên dirist tine ne, û girtin û desteserkirinên keyfî ye , heta li deverên lihevhatinê jî, û xuya dike sozên rejîma Esed yên li ser çaksazî û lihevhatinê vala ne”.
Di vê mehê de kampanyên girtinê yên berfireh ji aliyê hêzên rejîma Esed li gundewarê Der’a li dijî sivîlan hatin pêkanîn, û çalakvanan dît ku rejîm berdewam e di binpêkirina peymanên bi gerantoriya aliyên navnetewî û binpêkirinên li dijî sivîlan.
Herwiha di serjimêriyekê de ji aliyê “Ofisa Belgekirina Şehîdên Der’a”, hejmara kesên hatine binçavkirin ji aliyê rejîmê li Der’a her ji dema îmzekirina rêkeftina bi darê zorê û heta 20’ê sibatê gihiştiye 312 kesî, di nav de 132 şervanên berê yên “Artêşa Azad” hene, û 26 ji wan fermandar in û di bin îşkence û binçavkirinê de hatine kuştin.
Xelkê Der’ayê bi operasyonên terorîstî yên sîstematîk ji aliyê kesên nenas têne kuştin, û gelek şervanên berê hatine kuştin, û herwiha piştî kontrolkirina parêzgehê ji aliyê hêzên Esed û îmzakirina rêkeftinên lihevhatin û agifbestê ji aliyê hêzên rejîmê û milîsên wê ve; gelek kiryarên girtina keyfî di derheqê sivîl û fermandarên berê bi behaneyên cuda têne pêkanîn.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî