Seroka karûbarên siyasî û oparesyonên avakirina aştiyê li Netewên Yekbûyî, Rosemere Di Carlo, duh roja çarşemê, rejîma Esed berpirsyar dît di ber bêserûşûnkirina zêdetir ji 100,000 kesî de ji heşt salan ve li Sûriyê.
De Carlo di Encûmena Ewlehiya NY de got ku Netewên Yekbûyî nikare serjimara zêdetir ji 100,000 kesan piştrast bike, ji ber ku ew nikare bigihîje navendên binçavkirin û girtinê li Sûriyê.
Herweha Netewên Yekbûyî gunehkariya rejîma Esed derbarê pêkanîna tawanên qirkirinê, tundûtîjî û destdirêjiya sêksî li dijî kesên rikber û alîgirên opozîsyonê ji sala 2011’an ve piştrast kir.
Karbidesta NY, bal kişand ku agahdarîyên wê yên derbarê kesên bêserûşûn ji raportên Komîsyona Lêpirsînê li Sûrîyê hatine tomarkirin, yên ji hêla Encumena Mafên Mirovan ya NY û rêxistinên mafên mirovan ve ji destpêka şoreşa Sûriyê di sala 2011’an de hatine ragihandin.
“De Carlo”, daxwaza serbestberdana hemû girtiyên bi darê zorê kir, her weha pêşkêşkirina agahiyan li ser çarenivîsa kesên binçavkirî an revandî yan jî kesên winda ji malbatên wan re, li gorî cêbicêkirina yasaya navnetewî.
Karbidesta NY, daxwaza veguhestina dosya Sûriyê ji bo Dadgeha Tawanan ya Navnetewî kir, ku berî niha jî heman daxwaz ji Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres kiribû.
De Carlo, da zanîn ku darizandina kesên berpirsyarên binpêkirinên cidî yên mafên mirovan û yasa mirovî ya navnetewî “tiştek girîng e ji bo pêkanîn û parastina aşitiyeke domdar li Sûrîyê”.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, tekezî li ser pêdiviya çalakkirina pêşnîyarên komîsyonên lêpirsînê yên navdewletî kiribû, da ku tawanbarên binpêkirinên li dijî girtiyan li pêşiya dadgehên dadar yekser bêne darizandin, û serbestberdana girtiyên mayî, û qedexekirina pîkanîna girtinên nû yên ji derveyî yasayê, li gorî tekstên biryarên navdewletî, nemaze daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254.
Herweha Tora Mafên Mirovan ya Sûrî, di raporta xwe ya dawiyê de, daxwaza şopandin û bicîhkirina biryaran ji Encûmena Ewlekariya NY kiribû, û daxwaz ji Encûmena Mafên Mirovan kiribû ji bo şopandina pirsa binçavkirin û wendakirinên bi zorê li Sûrîyê û diyarkirina wan di hemû civînên salane de, û daxwaza hevkarî û hevahengiyê ligel rêxistinên mafên mirovan yên li Sûriyê çalak in kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî