Komisyona Penaberan ya Netewên Yekbûyî “UNHCR” li Libnanê, duhî roja çarşemê, di raportekê de hejmareke mezin û tirsnak ya ziyanên bahoza berfê li kampên penaberên Sûrî li Libnanê aşkere kir .
Komîsyonê di raportê de bal kişandiye ku devera “Al-simaqiyê” li bakurê Libnanê zêdetir ji deverên din ketiye dibin bandora bahozê de, piştî ketibû li ber şap û lehiyê, û nêzîkî dusedhezar kesî jê hatin veguhestin ji bo bicihkirina wan li dibistan û mizgeftan.
Û gotiye ku 407 kon bi tevahî hatine qetandin û “nêzîkî 70,000 penaberî di 850 konên nefermî de dibin tirsa şap û lehiyan de dijîn”, ji encama bahoza “Norma” ya li Libnanê dibare.
Raportê diyar kiriye ku 66 kampên “nefermî” bi giranî ketine di bandora lehiyan de, ku ji wan 15 bi temamî hatine qetandin û yan jî ketine dibin şap û lehiyê de, û Komisyona “UNHCR” di raporta xwe de gotiye ku nêzîkî “22 kampên penaberan li E’kar bi giranî ketine dibin bandora baranên boş de, û ji wan 4 kamp bi temamî şapê li wan daye, û ji encama 18 baranên ji nişkê ve ziyan li 18 kampan bûye, hevdem li bakurê jî ziyan gihiştiye 77 konan ji ber ba û barana giran”.
Raportê piştrast kiriye, ku pêdiviya 91 ji hejmara 169 konan bi rûberên plastîk heye, ji ber ku xwe li ber û baranê nagirin”, û bal kişandiye ser hewcedariya 148 konan bi kelûpelên xwarinê yên sereke, ligel “Hilweşîna hin wargehên ku pêwîstiya wan bi alîkariya bilez heye”.
Di heman çarçoveyê de, her ji duhî ve kampa a’rsal ya penaberên Sûrî li Libnanê ji nişka ve bi temamî dibin berfê de maye, ligel bang û gaziya penaberan ji bo hawarhatinê ji ber qeşagirtina konan û tirsa li ser jiyana wan”.
Ji encama barîna bayekî sar û kur bi ser Libnanê de, ku bi hêztirîn bayê îsal e, û bi navê “Norma” tê naskirin, û kampên penaberên sûrî li Libnanê bi awayekî berfireh ketine dibin bandora wî de, û gelek kamp ketine dibin şap û berfê de, û zêdetir ji 30 santîmetran berf li ser kampa a’rsal bilind bûye.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, cext li ser pêwîstiya dabînkirina piştgiriya pêwîst ji bo arîkariya kampên penaberên Sûrî li Lubnanê kiribû.
Li gorî serjimêrî û amarên (UNHCR), bêtir ji milyonek penaberên Sûrî li Libnanê hene, bi piranî li ser sînor di kampan de ne, û di rewşeke jiyanê ya dijwar de dijîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê