Berpirsiyarekî mezin yê Netewên Yekgirtî duh sêşembê anî ziman ko rêkxistina navdewletî bilndtirîn asta diblomasiyetê bikar tîne tako agirbest li Sûriyê pêk were. Û tekez kir ko Xûta rojhelat ya dorpêçkirî giha asta peqînê û Idlib nêzî bobelateke mirovî dibe .
‘’Ramişer Agasîngam ‘’ cîgirê hevrêzkarê herêmî yê karûbarê mirovî li Sûriyê, got ku Xûta rojhelat bi teybetî di metirsiyê de ye, ji ber 400hezar kes li jêr dorpêçê ne li herêmeke bê çi alîkariyên derve dimîne.
Bêtir got ko ‘’ tiştê em dixwazin bigehênê agirbesteke yekser e”, û weha jî got “ ev tiştekî pêkan e, û berê me pêk anîbû”. û got: ‘’xala peqînê ew e gava ko muirov dimire û mirov nikare wan rizgar bike, ji ber vê yekê jî rewş li ber peqînê ye.
Berpirsiyarê navdewletî got: ‘’ eger viyan hebe tekez wê pêkan be , Netewên Yekgirtî di hemû destpêşxeriyên xwe yên siyasî de bi xurtî bizavê ji bo pêkanîna wê dike ‘’ , û destnîşan kir ko bi sedan nexweş pêdiviya wan bi derketina derveyî Xûta heye, û gelek di bendewariyê de dimirin.
Cîgirê hevrêzkarê Netewên Yekgirtî yê karûbarê mirovî bo Sûriyê got ko parêzgeha Idlib li bakurê rojavayê Sûriyê nêzîk sînorê Tirkiyê tûşî bobelateke mirovî, bijîkî û siyasî û leşkerî ya tund dibe.
Tekez kir ko bêtir ji 330hezar kes ji heyva çileyê pêşî de ji parêzgeha Idlib derbider bûne, û hejmara derbideran bi ser ya cenga Helbê ketiye, lewra hejmara penaberan li herêmê gihiştiye du milyonan.
Berdevkê emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Istîvando Girîk got ko ‘’ dîrok dê têkçûna me di rawestandina şer de li Sûriyê tomar bike, û dê gazinan ji berpirsiyaran bike.
Hejmara qurbaniyên operasiyona hovane ya rêjîmê û Rûsya ya vê dawiyê giha bêtir ji 500 sivîlî û bêtir ji 1000 kesan birîndar bûne, û salixê êrîşa Xûta ya hefteya borî da ko ji 2015ê ve ya herî xwîndar bû, li gora serjimarên nefermî hejmara şehîdan giha 250 sivîlî li Xûta rojhelat û ew di kêmî hefteyekê de hatine kuştin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Royterz