Neteweyên Yekbûyî got ku hejmara koçberên ji Der’a û gundewarê wê bi tenê di du rojan de ji encama zêdebûna oparesyonên hêzên rijîmê û balafirên Rûsyayê bi ducaran zêdetir bûye, û ev yek nîşana wê yekê ye ku tawanên şer li dijî sivîlan tên pêkanîn.
Berdevkê Komîsyona Bilind ya NY ya karûbarên penaberan li Urdunê Mihemed Al-Hawari got, ku hejmara koçberên ji Der’ayê bûye zêdetir ji 270 hezar kesî.
Di hefteya dawî de, NY got ku 160,000 kes ji hêla bombebaranek dijwar koçber bûne, piraniya wan ber bi gund û herêmên nêzîkî sînorê başûrê Sûrîyê ve çûne.
Neteweyên Yekgirtî hişyarî da li ser peydabûna aloziyekê li başûrî rojavayê Sûrîyê, ji ber tundûtûjiyê û hewcedariya bi sedhezaran bi zûtirîn alîkariyên pizîşkî û mirovî.
Serokê Hevbendiya Niştimanî, Ebdil Rehman Mistefa got ku “Der’a di bin agir de ye”, û diyar kir ku “hejmareke mezin ji mirovan ji malê xwe ber bi deverên aram ve koçber bûne”.
Her weha got ku “firokên Rûsî mirov û keviran dişewitînin, û milîsên Îranê û Esed tawanên şer pêk tînin “, û pirsa rola hevalbendên gelê Sûriyê di piştgiriya şoreşger û miletê Sûriyê de ji bo bidestxistina azadî û rûmetê kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê