Netewên Yekbûyî berheviya xwe ragihand ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji niştecîhên kampa Alrkban re, ya ji hêla rejîmê û Rûsyayê hatiye dorpêçkirin, û têde bi dehan kes ji ber birçîbûnê û nebûna çavdêriya pizîşkî mirine.
Stenphan Dujarric, Berdevkê Sekreterê giştî yê NY, Antonio Guterres got, heger rê bi temamî ji bo NY bêne vekirin, ew amadeye ji bo bi awayekî rasterast û zêdetir tevlî beşdariyê di pêşkêşkirina alîkariyan ji bo kampa Elrikban ya li ser sînorê Sûrîye-Urdunê bike, û got ku di roja yekşemê de nêzîkî 1500 kesan ji kampê bar kirine, bêtir ji nîvê wan zarok in.
Herwiha ku du xortên ji kampa “Rikban”çûbûn taxa “Dêr Bi’alba” li bajarê Homsê, ji aliyê hêzên Esed hatibûn kuştin. û çalakvan “Îmad Xalî” ji kampa Alrikban gotibû ku “nûçe pişrast dikin ku du xortên niştecîhên kampa Alrikban yên li taxa Dêr Bi’alba li gundewarê Homsê binçavkirî bûn, bi awayekî rasterast bi guleyên hêzên rejîmê hatin kuştin “.
Wî bal kişandibû ku kampaniyeke binçavkirinê dijî kesên neçarî derketina ji kampê bibûn, ji aliyê hêzên Esed piştî bûyerê destpê kir, û nêzîkî 20 gencan hatin girtin û ber bi cihên nediyar hatin birin.
Hevdem ku piraniya şêniyên kampê rijd in li ser mana li kampê , tevî pirsgirêk û mercên mirovahî yên zehmet, û desteya siyasî ya şêniyên kampê, li heftiya borî daxuyaniyek belav kir, û têde daxwaz ji civata navnetewî kiribû ku rê li pêşiya Rûsya û rejîma Esed bigire û nehêle bi tena xwe biryarê bidin li ser çarenivîsa şêniyên kampê.
Û desteyê gotinû ku şêniyên kampê, vegera li nav deverên rejîmê red dikin, ji tirsa girtin û binçavkirinê, di bin sîbera hebûna milîsên Îranê li piraniya bajarokên deşta rojhilatê Homsê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî