Tevgera derbiderbûnê ber bi sînorê Tirkiyê ve berdewam e, ji encama bombebarana hêzên rêjîma Esed û firokên Rûsya li ser herêmên kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê, û netewên yekgirtî duhî pêncşembê ragehand ko dora 300hezar kesan ber bi herêmên bêtir ewle nêzîk sînorê Tirkiyê reviyane.
Berdevkê emîndarê giştî yê netewên yekgirtî Istîvando Girîk di kongirekî rojnamevanî de ko li bargeha herdemî ya rêkxistina navdewletî li bajarê New Yourk tekez kir ko 300 hezar kes ber bi sînorê Tirkiyê ve reviyane, û bal kêşand ser ko kampên derbideran tije bûne , lewra xelkên ji malên xwe reviyane li zevî an li bin daran dimînin.
Dogrîk got: ‘’em hêj nîgeran in ji bandora mirovî ji kirdeyên dijminkarî ko nuha li herêmên şerê gur li bakurê rojavayê Sûriyê û bi taybetî li bakurê Hema û başûrê Idlibê. ‘’
Berdevkê emîndarê giştî anî ziman ko kuştina nekêmî 231 sivîlan ji nav wan 69 jin û 81 zarok hatine belgehkirin, ji gava ko operasiyona leşkerî li herêmên kêmkirina şerî, ya ji 26 nîsanê li bakurê Sûriyê dest pê kiriye
Hevbendiya Niştimanî dîsa ji aliyên civaka navdewletî daxwaz kir ko mîkanîzmeke guncaw bibînin ji bo rawestandina êrîşa hovane ya ko hêzên Esed û firokên dagîrkerên Rûs li dijî sivîlan pêk tîne, Hevbendiyê hişyarî da ji berdewamî û xurtbûna pevçûnê ku dê bêtir xelk herêmên xwe berdin û ber bi sînorê Tirkiyê ve biçin.
Berî çar rojan netewên yekgirtî hişyarî da ko dê derbiderbûna bi sedhezaran li bakurê Sûriyê ber bi sînorê Tirkiyê ve çêbibe, her weha operasiyonên leşkerî û êrîş li dijî Idlib û derdorê wê berdewam in, û hevrêzkarê netewên yekgirtî yê herêmî yê karûbarê mirovînî li Sûriyê Banosmo Misîs dehê cehzeranê got: ‘’em ji berdewamiya bombebaranê û operasiyonên leşkerî ditirsin ko hejmara derbideran bigehê milyonekî an du milyonan li ser sînorê Tirkiyê.‘’
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî