Netewên yekgirtî hejmara giştî ya kesên ji Idlib û gundewarê Hemayê derbider bûne, bi sedema bombebarana asmanî û topbarana hêzên hevpeymana rêjîmê di kêmî du heyvan de bi 240 hezar kes texmîn dike, û destnîşan kir ko dora 210 hezar di 16 rojan de derbider bûne.
“Stefan Dugaric” berdevkê emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî di kongirekî rojnamevanî de ko li bargehê rêkxistinê yê herdemî li New Yorkê ye got: ‘’Netewên Yekgirtî nîgeraniya xwe derbarê raportên berdewam li ser bombebarana asmanî û topbaranê ya ko li ser parêzgeha Idlib û gundewarê Hemayê pêk tê diyar dike.‘’
Dugaric bal kişand ser ko ji encama tiştê bû ‘’ bêtir ji 100 kesan ji dawiya nîsana bûrî de hatine kuştin, û êrîş li ser jêrxanên sivîl pêk tên û asta derbideriyê bêtir bûye.‘’
Dugaric got: ‘’ Em bi derbiderbûna 210 hezar kesî bi sedema tundûtûjiyê di dema navbera 1 ta 16 vê mehê hatine agadarakirin, û tekez kir ko serjimara nû ya kesên ji bakurê Hema û başûrê Idlibê ji serê nîsanê de 240 hezar kes e ji zilam, jin û zarokan derbider bûne. ‘’
Berdevkê emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî daxwaz kir ko ‘’rêz li pabendiyên yasaya mirovî ya navdewletî bête girtin, û sivîl û jêrxan bêne parastin û pabendiyê bi peymana agirbestê ya di navbera Rûsya û Tirkiyê ya heyva eylûla 2017ê de bikin. ‘’
Rêkxistina lêbûrîna navdewletî berî sê rojan êrîşên hêzên rêjîmê yên li ser nexweşxane û navendên tendiristî yên din li parêzgeha Hema û Idlibê pirotesto kirin, û dibîne ew zêdegavî tawankariyên li dijî mirovîniyê ne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê êrîşa hovane ya ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê ya li ser herêmên rizgarkirî pirotesto kir û daxwaz ji Encûmena ewlehiyê kir ko helwesteke aşkere beraber êrîşên leşkerî ên metirsîdar bide, û got ku berdewamkirina operasiyonan dê pêvajoya çareseriya siyasî têk bide.
Hêzên Esed û firokên Rûsî û milîtanên Îranî ji 26ê nîsana bûrî de dest bi operasiyoneke leşkerî kirine li ser herêmên gundewarê Hema û Idlibê û bi êrîşeke asmanî û topbaraneke tund ew amanc kirine, di encamê de bi sedan qurbanî ketine û bi dehhezaran sivîl derbider bûne tev ko peymana agirbestê heye.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî