NY nîgeraniya xwe nîşan da û “zengilê metirsiyê lêda bi sedema berdewamiya şer û êrîşên esmanî li ser sivîl û jêrxaneya bingehîn li parêzgeha Dêrazorê”, ku zêdetir 95 hezar kesî ji Dêrazorê bar kirine bi sedema şer û pevçûnan di heyamê heşt rojan de.
NY ,duhî roja sêşemê, bi rêka daxuyaniyên berdevkê sikirtêrê xwe yê giştî, Stîvan Dogrîk, bo rojnamevanan li baregehê xwe yê li “New Yourk”ê , tirsa xwe derbarê rewşa sivîlên Dêrazorê da xuyakirin,.
Dogrîk got ” li gor raportên tên, zêdetir ji 95 hezar kesî ji jin û zarok û mêran ber bi 60 deveran li hindurê Dêrazorê û her weha ber bi parêzgeha Hisiçe û Reqa û Helebê û navçeyên doruber di navbera rojên 1- 8 çiriya pêşî ya niha koçber bûne“.
Dogrîk zêdetir got ku ” NY di tirseke mezin de ye derbarê bandora şerên berdewam û êrîşên esmanî li ser sivîl û jêrxaneya bingehîn li Dêrazorê”, û bal kişand li ser nîgeraniya NY hember parastina zêdetir ji miliyon kesî li parêzgeha Dêrazorê bi sedema bombebarankirina wê ji aliyê firokên Rijêmê û Rûsiya û Hevpeymaniya Navdewletî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ji aliyê xwe ve, êrîşên li ser sivîlan şermezar kirin û daxwaz ji NY û sikirtêrê giştî yê NY û fermandariya Hevpeymaniya Navdewletî kir ku bi erkên xwe yên sincî û yasayî li hember parastina bêgunehan rabin, bi standina rêşûnên karîger bo parastina sivîlan û bêalîkirina wan di dema şer de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/Wekalat