Duhî roja duşemê, NY daxwaza “peydakirina karînan ji bo gihandina alîkariyên mirovî bi aramî û bêmerc bo xêzan û zarokên pêwîsdar li Sûriyê kir”, û daxwaz kir ku hêzên Rijêmê û milîsên wê astengiyan li pêş bizavên navdewletî û xwecihî yên dibin ji bo gihandina kelupelên xwarinê bo xelkên pêwîstdar dernexin û rê li pêşiya karwanên alîkariyan negirin.
Ev yek hat bi rêka daxuyaniyek hevbeş ji aliyê rêvebera cêbicêkirina pirogramê xwarinê yê cîhanî, Êrsirîn Kazin, û rêveberê cêbicêkirinê yê rêxistina NY ya zarokan (UNCEF), Entonî Lîk, û nûnerê sikirtêrê giştî yê NY yê bo karubarê mirovî Stîven Orbirayin, û Rêvebera Giştî Ya Rêxistina Saxlemiya Cîhanî Margirêt Tişan, û karsparteyê bilind yê NY yê bo karubarên penaberan Fîlîpo Girandî.
Daxuyaniyê bal kişand li ser “berdewamiya tirajîdiyê li Sûriyê û bêparkirina xelkê ji pêdawîstiyên mirovî yên serekî”, bi sedema berdewamiya rijêma Esed û milîsên terorîst li ser astengkirina erkên rêxistinên navdewletî û yên xwecihî, bo derbasnekirina alîkariyan bo navçeyên wêrankirî yên di rewşek xirab de dijîn, piştî armanckirina wan ji aliyê hêzên Rijêmê û çeteyên hevalbendên wê bi çekên giran û wêrankirina jêrxaneya bajêrvaniyê û karsaziyên xizmetgozariyê û rawestandina rêveçûna jiyanê li seraserî welêt.
Û NY di daxuyaniya xwe ya hevbeş de tekezî kir li ser ku ” divê cîhan bêdeng nemîne li hember vê rewşê”, nemaze ku milîsên Rijêmê berdewam in di bêparkirina xelkê ji xwarin û derman û avê û bikaranîna vê yekê wek çekê şer.
Herwiha daxuyaniyê gazî li hejmarek ji berpirsên ajansa NY kir ku rê bdin bo gihandina alîkariyên bilez bo zarok û xêzanên bêpar ji alîkariyan li seraserî welêt, bo rizgarkirina gelê Sûriyê ji bobelata ji şeş salan de têde dijîn.
Daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir ku zarok rastî metirsiyên bedxwarinê û ziwabûn û zikçûn û nexweşiyên vegir û birînan dibin, û got ku pêwîstiya gelek zarokan bi çavdêriyê heye piştî rastî rûdanên pevçûnan û kiryarên tundutîjiyê û binpêkirin û tawanan hatine.
Û Serokên ajansan di daxuyaniya xwe ya hevbeş de ya ji Davosê, baregeha Platforma Abûriya Cîhanê derket, têde bal kişandin li ser hebûna 15 navçeyên dorpêçkirî îro li Sûriyê, ku nêzîkî 700 hezar kesî li wan dijîn, 300 hezar ji wan zarok in, herwiha pênc milyon kes li navçeyên alîkarî nagehêjin wan bi sedema şer û pevçûnan dijîn, û 2 milyon ji wan zarok in.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat