Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê berbirsiyariya têkçûna rewşa mirovî li başûrê Şamê dide ser milê rêjîmê û hevalbendên wê, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko fişarên rastî bide ser rêjêmê da operasiyonên koçkirina kotekî û guherîna dîmugrafî ya berdewam derheqê sivîlan yên ko hêzên rêjîma Esed bi piştgiriya Rûsya û pilanên Îranê pêk tînin rawestîne.
Ji aliyê xwe ve Stîvan Dicarîk berdevkê emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî kirdeyên dijminane yên navbera hêzên Esed û rêkxistina Daiş li başûrê Şamê, yên ko bi sedema wan hin sivîl hatin kuştin û birîndar bûne, û çendên din derbider bûne û jêrxan jî têk çûye pirotesto kirin.
Netewên Yekgirtê got ko ji encama operasiyonên leşkerî li kampa Elyermûk başûrê Şamê heta nuha li dora heft hezar kes derbider bûne, û hêj pevçûn di navbera hêzên Esed û Daiş de li kampa Yermûk û herêmên derdorê berdewam e.
Dicarîk tekez kir ko gerek Netewên yekgirtî û hevparên wê amade bin bo alîkariyên mirovî yên hevbeş ji kesên pêdiviya wan pê heye li bajarokên Yilda, Babîla, Bêt Sehim û Elyermûk eger derfeta gihandina wan herêman çêbibe pêşkêş bikin.
Dîsa Netewên yekgirtî daxwaza parastina sivîlan û dabînkirina jêrxanê kir, û bihêlin alîkariyên mirovî bi aramî bigehên hemû kesên pêdiviyan wan pê heye, û pabendiyê bi yasaya mirovî û navdewletî bikin.
Hevbendiya niştimanî daxwaz kir ko sivîlan di operasiyonên leşkerî de bêlayen bikin, û bizav bêne kirin ji bo parastina wan û nehêlin rêjîm û milîtanên Îranî yên tirorist wan wek mertalên zindî bikar bînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî