Netewên yekgirtî evro çarşembê hişyarî da ku heye êrîşa rêjîmê û hevalbendên wê li ser Idlibê bibe bibe sedema koçberbûna 800 hezar sivîlî ji parêzgehê.
Berdevka nivîsgeha hevrêzkariyê ya karûbarê mirovî ya bi ser netewên yekgirtî ve, Lînda Tom, tekez kir li ser ko ew êrîşa heye li ser Idlibê çêbibe, dê kesên pêdiviya wan bi alîkariyên mirovî hene bêtir bike.
Emîndarê giştî yê Netewên yekgirtî Entonyo Gotirîs, nîgeraniya xwe anî ziman derbarê çêbûna bobelateke mirovî, û daxwaz ji rêjîma Esed kir ko xwe bigire û parastina sivîlan bide ber çavên xwe û pêşindeyên wê parastinê destnîşan bike.
Netewên yekgirtî daxwaz ji Tirkiyê, Rûsya û Îranê kir ko gotûbêjine nû li ser dosya Sûriyê di roja 11 û 12 eylûla dahatî de bikin, û bizavên xwe bikin ji bo çareseriyeke siyasî ji rewşa Idlibê re bibînin.
Serokê rêjîmê Beşar Elesed gef dan ko ewê operasiyoneke leşkerî bibin ser parêzgeha Idlib û herêmên derveyî kontrolê li Laziqiyê, piştî ko rêjîmê bi piştgiriya Rûsya parêzgeha Der’a û Qunêtira li başûrê welat kontrol kirine.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û hevrikiya Sûriyê tekez kir ko êrîşa rêjîmê û hevalbendên wê dê bobelatekê çêbike, û destnîşan kir ko operasiyona leşkerî ya ko rêjîm dixwaze bibe ser parêzgeha Idlibê, dibe ku bizavên civaka navdewletî û pêvajoya aştiyê têk bibe.
Û parêzgeha Idlib ji wan herêmên kêmkirina şerî ye, ya ko bi çavdêriya Rûsya û Tirkiyê û Îranê di gulana 2017 li Astane çêbû, û gerek xalin leşkerî yên Tirkiyê û Rûsya hebin bo çavdêriya cîbicîkirina peymanê.
Jêder: Nivîsgeha Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Acans