Netewên Yekgirtî di daxuyaniyekê de duh çarşembê hişyarî da ji pêkanîna tawankariyên cengê li Xûta rojhelat li gundewarê Şamê, ji ber êrîşên asmanî û yên bejî yên tund ji hêla hêzên rêjîma Beşar Elesed û hevalbendên wê.
Nûnerê Netewên Yekgirtî yê mafên mirovan Zeyd Bin Re’ed Elhuseyn: ‘’ raportên ji Xûta rojhelat tên li ser ziyanên li sivîlan dibin bi sedema êrîşên asmanî, û dibe ku hêzên êrîşker bi pirinsîbên mirovaniya navdewlewtî pabend nebin, û metirsî ji tawankariyên cengê heye.‘’
Elhusên got ku derdê miletê Sûrî bêdawî ye, û bi taybetî yên li Xûta rojhelat dijîn , çimkî dorpêça tund û wêranker bobelateke mirovî çêkiriye
Herêmên niştecihan bi şev bombebaran dibin û bi roj dikevin ber êrîşên asmanî û yên zemînî.
Elhusên nîgeraniya xwe beraber rewşa dora du milyon kesan li parêzgeha Idlibê diyar kir, ji vî şerê navbera hêzên rêjîmê û alayên şoreşger, şerê ko bi dehhezaran sivîl derbider kirine, û anî ziman ko ‘’ divê hemû alî li gora yasaya navdewletî bi cudakitina di navbera amancên leşkerî yên rewa û sivîlan û mal û milkên wan pabend bin.’’
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîş Oxlo duh daxwaz ji Tehran û Mosko kir ko fişarê bidin ser rêjîma Esed û bi berpirsiyariyên xwe rabin derbarê herêmên kêmkirina pevçûnan yên hersê dewletan li ser wan li hev kirine.
Elhusên duh anî ziman êrîşê asmanî û yên bejî yên ko hêzên Beşar Elesed li ser herêma Xûta rojhelat a dorpêçkirî ji 31.12.2017 de pêk tînin, bûn sedema kuştina nekêmî 85 sivîlan.
Elhusên di daxuyaniya xwe de got: ‘’herêmên niştecihan li Xûta rojhelat bi şev û roj dikevin ber êrîşên asmanî û yên bejî, ko dorpêça tund bobelateke mirovî pêkaniye, û ew dihêle sivîl xwe di jêrzemînan de veşêrin.‘’
Li dora 40hezar sivîlî li Xûta rojhelat di rewşeke xerab de dijîn, bi sedema dorpêça ko hêzên rêjîmê li ser wan feriz kirine û bombebarana ji çend salan ve, her weha hêzên Esed digel milîtanên mezhebperest ji 8 heyvan ve dorpêç asêtir kirine, û nema dihêlin ti derman û heyberên xwarinê bigehên herêmê.
Xûta rojhelat ji nav herêmên kêmkirina pevçûnan e di çarçova lihevkirina sala çûyî di danûstandinên Astane de, bi garantiya Rûsya û Îran û Tirkiyê, û ew herêma dawî ya şoreşgeran e li nêzî paytextê, û hêzên rêjîmê ji 2012ê ve ew dorpêç kirine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî