Netewên Yekgirtî tekez kir ko rêjîma Esed tawankariyên cengê li Xûta rojhelat pêk anîne, dema çekên kîmawî li dijî sivîlan bikar anîn û siyaseta birçîkirinê ya rêbazkirî û bombebarana bêserûber li dijî niştecihan pêk anîne, û nehiştiye birîndar çareseriyê li derve bibînin.
Duh di raporta komîta vekolîna navdewletî de -ya bi ser Encûmena mafên mirovan ya Netewên yekgirtî ve ye- hatiye, li ser vekolîna derbarê binpêkirinên li Sûriyê ji tîrmeha 2017ê heta çileyê duyem 2018ê .
Serokê komîtê Pawlo Sêriciyo di kongirê rojnamevanî de yê ko li bargehê Netewên Yekgirtî li Cinêvê lidar xistiye li ser raportê, komît gelek raport gihanê, tekez dikin ko rêjîma Beşar Elesed gaza Kilor li dijî herêmên rizgarkirî li Xûta rojhelat û Idlib bikar anîne.
Bînîro got ku komîtê vekolîn li ser bikaranîna gaza kilor li Seraqib li Idlib û Dûma û Xûta rojhelat kirin, û got ku komît nîgerane li ser rewşa mirovî ya li Xûta rojhelat û Idlibê.
Bînîro destnîşan kir ko bûyerên dibin netenê qeyraneke mirovî ye, lêbelê rêjîma Esed bi redkirina xwe û astengkirina gihandina samanan bo sivîlan û dorpêçkirina wan û siyaseta birçîkirinê û bombebarana bêserûber ya bi mebest aşkere yasaya navdewletî binpê dike û ev dikeve asta tawankariyên navdewletî.
Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê duh di daxuyaniyeke xwe de got rawestandina qirkirina komelî ya li Xûta pêk tê girêdayî pêrabûnin ko hewildanên Rûsya bo astengkirina mîkanîzmên Encûmena ewlehiyê û nehêlin ko dadweriya navdewletî bicih bibe ji wan jî pêrabûnên leşkerî.
Hevbendiya niştimanî dibîne helwesta navdewletî pûç û bêçare ye û wê hiştiye rewşa Sûriyê bigehê vê asta ko gihayê.
Duh sêşembê hêzên rêjîmê bermîlên teqîner bi gaza kilorê barkirî bi ser texên niştecihên bajarê Hemûriyê û bajarokê Bêt Sewa li Xûta rojhelat de berdane, di encamê de 40 kes ketine rewşa xeniqînê de.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans