Nûnerê Netewê Yekgirtî yê mafê mirovan Emîr Zeyd bin Re’d Elhisên di dawîtirîn daxuyaniya xwe de derbarê Sûriyê got ku êrîşên asmanî yên Rûsya û rêjîmê li ser herêmên corbicor 230 sivîl di hefteya borî de kuştine, û tekez kir ko kirdeyên tunûtûjiyê digehin asta tawankariyên cengê.
Emîr Zeyd got ko raport gihane nivîsgeha wî û hin ji nav wan raporên wênekirî ne, û heye ku ew wêne yên bikaranîna heyberên jehrdar bin, ko di 4ê vê sibatê de li bajarokê Seraqib li parêzgeha Idlib bikar hatine.
Emîr Zeyd berdewam kir û got ‘’ piştî şeş salan ji pûçbûna Encûmena ewlehiyê, rewş li Sûriyê hawar dike tako ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî ve biçe û bizaveke mezintir û baştir bibe ji bo aştî pêk were. ‘’
Encûmena ewlehiya navdewletî dawiya hefteya borî di gihiştina lihevkirinekê derbarê agirbestê têk çû, Siwêd û Kiwêt daxwaza civînê kiribûn ji ber xerbiya rewşê li gelek herêman û bi taybetî Xûta rojhelat li gundewarê Şamê û gundewarê Idlib.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê Selahedîn Elhemewî dilsariya miletê Sûrî ji têkçûna Encûmena ewlehiyê anî ziman, çimkî nikarîbû biryarekê bo aramiyeke demkî derxîne, ko kuştin û tawankariyên Rûsya, Îran û rêjîma Esed dikin rawestînin, yên ko bêtir bûne piştî ko kongirê Sotşî têk çû.
Hejmara qurbaniyên operasiyona hovane ya rêjîmê û Rûsya bêtir ji 500 sivîlî û bêtir ji 1000 kesî birîndar bûne, û salixê Xûta ya hefteya borî da ko ji 2015ê ve ya herî xwînî bû, li gora serjimarên nefermî hejmara şehîdan giha 250 sivîlî li Xûta rojhelat tenê di kêmî hefteyekê de hatine kuştin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî