Netewên Yekgirtî tekez kir ko hejmara derbiderên ji Dera derketine di du rojên borî de sêqat bûye, digel bombebaran û êrîşa leşkerî bi serpereştiya rêjîmê û Rûsya li ser bajar û bajarokên corbicor li herêmê zêde bûye.
Mihemed Elhewarî berdevkê nûnerîtiya Netewên Yekgirtî ya karûbarê penaberan li Urdinê duhî înê got ku hejmara penaberên li başûrê Sûriyê sêqat zêde bûye û gihaye 160hezarî.
Elhewarî got nûnerîtî texmîn dike ku hejmar bi şev bêtir bibe, hejmara dawî ya ku Netewên Yekgirtî roja duşembê derxistibû 45hezar bû, destnîşan kir ko jiyana bêtir ji 750hezar kesî di metirsiyê de ye.
Emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Entonyo Gotrîş careke din tekez kiriye ko giring e rêjîm operasiyona xwe ya leşkerî li ser başûrê Sûriyê rawestîne, û got gerek e rêz li pabendiyên navdewletî bête girtin û sivîl û jêrxane bêne parastin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê çend hevdîtin yên corbicor digel nûnerên dewletên heval pêk anîn, ji bo şirovekirina kêşeya başûr û tekezkirina li ser parastina sivîlan, her weha endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Yasir Elferhan hevdîtinek digel hin berpirsyar di tîma şanderê navdewletî Stîvan Dî Mistora de û encûmena ewlehiyê ya ser bi Netewên Yekgirtî ve li Cinêvê pêk anî, û daxwaz kir ko Netewên Yekgirtî têwerdaneke jidil bike tako tawankariyên rêjîmê li ser Derayê rawestîne û bi berpirsiyariya xwe ji bo parastina sivîlan rabe û nehêle ew koçber bibin.
Tekez kir ko operasiyonên leşkerî yên li Dera ko dijî sivîlan e ew ji zincîreke dirêj e ji tawankariyên cengê yên ko rêjîm bi alîkariya Rûsya û Îranê pêk tîne, bêtir got ku kontrolkirina rêjîmê ji deverin nû re tiştekî ji biwara pirosêsa siyasî ya ku veguhastina siyasî ya tekûz li welat li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê misoger bike naguhere.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî