Komîta serbixwe ya vekolîna binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê tekez kir ko giring e yên tawankariyên cengê kirine li dijî sivîlan siza bibin, ev tê di heman çaxê ko operasiyona leşkerî ya berfireh ji hêla hêzên Esed û bi piştgiriya Rûsî pêk tên, û di çend rojên borî de bi hezaran sivîl kuştine û birîndar kirine.
Birêveberê komîtê Sîrciyo Bînîro duh sêşembê bi pêşkêşkirina raporta xwe de li pêşberî netewên yekgirtî ya mafên mirovan anî ziman ku ‘’lêborîn nabe bi wan kesên berpirsiyariya binpêkirinên tund ji mafên mirovan û tawankariyên cengê li dijî mirovantiyê kirine‘’ , û daxwaz kir ko pêrabûnên pêdivî bikin ji bo gunehkaran ji dadweriyê re pêşkêş bikin.
Bînêro got: “ heta nuha li Sûriyê binpêkerên mafên mirovan bêsiza ne”, û tekez kir ko giring e hemû kesên destê wan di tawankariyan de heye çi hêzên rêjîmê bin an rêkxistinên tirorist û yên li pişt wam bin siza bibin.
Erebistana Siûdî xweşhaliya xwediyar kir ji komîta vekolînên navdewletî û bizavên wê di amadekirina raporta belgehên binpêkirinên yasaya navdewletî ya mafên mirovan û yasaya navdewletî ya mirovî li ser xaka Sûriyê, ko ji hêla hêzên rêjîma Esed û milîtanên hevkar digel wê dibin, û Siûdiyê li ser piştgiriya xwe ji komîtê re tekez kir.
Balyozê Siûdiyê li Netewên Yekgirtî Ebdulaziz Elwasil li Cinêvê tekez kir ko raporta komîtê dibêje ko sivîlên Sûriyê ne tenê qurbaniyên bêmebest in, lê piraniya wan bi alavên çengê yên nerewa têne amanckirin.
Elwasil di gotara xwe de ya li pêş Encûmena mafên mirovan di gotûbêja digel komîta vekolînê li Sûriyê, destnîşan kir ko pirbûna êrîşên berdewam li ser jêrxanê û bikaranîna dorpêçê ji hêla rêjîmê ve û nehêlana derbaskirina alîkariyên mirovî, rewşa qeyrana mirovî aloztir kiriye ko gelek sivîl bi seba wê bûne qurbanî.
Elwasil got ku tiştê li Sûriyê çêdibe ketiye rêkeke metirsîdar a bê hempa, tev li bangên lezgîn yên civaka navdewletî û biryarên navnetewî yên dawî yên ko daxwaza agirbestê dikin ji bo alîkariyên mirovî bigehînin.
Elwasil got ku rêjîma Esed û hevalbendên wê hêj di operasiyonên leşkerî de berdewam in, û bi taybetî li Xûta rojhelat, û ji hemû aliyan daxwaz kir ko bi cîbicîkirina biryara Encûmena ewlehiyê hejmar 2401 pabend bin, û rê bidin ji bo alîkariyên mirovî bigehên.
Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî