Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonio Guterres, îro roja înê, dazwaza “agirbestek tam û yekser li tevaya Sûriyê kir, li gorî biryara 2254, ji bo yekirina karînên dijatiya vîrosê Korona”.
Û di daxuyaniyekê de, berdevkê sekreterê giştî, Stefan Dougrik, got ku Sekreterê Giştî ji “aliyên şerê Sûrî daxwaza piştgiriya banga xwe kiriye, ya ku roja duşemiba borî daye, derbarê agirbestê li hemî deverên pevçûnên çekdarî, û da tev xwe ji bo şerê li hember Korona amade bikin”.
Û daxwiyaniyê, bal kişand ser daxwaza nûnerê taybet yê Netewên Yekbûyî bo Sûrîyê, Geir Pedersen, ya peydakirina agirbestek tam û yekser li seranserî Sûriyê, li gorî biryara Encûmana Ewlekarî 2254.
Û berî demekê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de, tekez kir ku ew amade ye ku li ser zemînê bi tevaya aliyên çalak re bixebite, herweha bi dewletên sereke re yên ku dikarin piştgiriya firehbûna çarçova kar bikin, ji bo rûbirûbûna Vîros û berdewamiya agirbestê misoger bikin.
Tê zanîn ku biryara 2254 ya di 18ê Kanûna pêşîn 2015an de derketiye, daxwaza rawestandina yekser ji êrîşên dijî sivîla re dike, û aliyên şer han dide li ser piştgiriya rawestandina agirbestê, û daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî dike, ku aliyan nêzî hev bike da bikevin danûstandinên fermî, û di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de hilbijartinên azad û dadperwer birêve bibin.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, di daxuyaniyekê de, pêşwazî li banga ku ji hêla Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonio Guterres, û nûnerê navneteweyî yê bo Sûrîyê, Ger Pederson, ve hatî dan kir, ya derbarê agirbestek berfireh, û dît ku ew gaveke durust e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî