Doh Netewên Yekbûyî nîgeraniya xwe anî ziman derbarê ewlekarî û saxlemiya xelkên Sûrî yên li herêma “Elhedilat” û kampa “Elrikban” li başûrê Sûriyê, û nûçe dibêjin ko heyberên xwarinê yên sereke li kampê nemane.
Di daxuyaniyekê de duh Netewên Yekbûyî got ko ew “nîgeran e li ser ewlekarî û saxlemiya 4hezar Sûriyên ko li herêma Elhedilat û dora 45hezaran yên li Elrikban dijîn, piraniya wan jin û zarok in. ”
Netewên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de bêtir got ko “çend êrîşên asmanî li wê herêmê di rojên borî de pêkhatine, û bûn sedema tengavî û tirseke mezin li nav kesên li wir asê mane, yên ko metirsî li ser jiyana wan bi sedema pevçûnan heye ”.
Netewên Yekbûyî tekez kir ko rewşa penaberan bi sedema kêmbûna xizmetên heyî pir xerab bûye, piştî ko rêya derbaskirina xwarin û heyberên bingehîn di hefteyên dawî de asteng bûye.
Birêveberê nivîsgeha ragihandinê ya rêkxistina “Cisûr Elemel” Îmad Xalî di daxuyaniyekê ji I’neb Beledî re diyar kir ko heyberên xwarinê li kampê biyekcarî nemane û bi taybetî (şekir, ard û zeyt), xelkên herêmê bang li rêkxistinan û Netewên Yekbûyî dikin ji bo têwerdanê bikin û alîkariyê ji xelkê re pêşkêş bikin.
Xalî bal kişand ser ko bazirgan berpirsiyarên derbaskirina heyberên xwarinê ji bo bazara Kampê ne, ji bil heyberên hawarhatinê yên ko ji hêla Netewên Yekbûyî ve di rêya desthilata Urdunê re têne pêşkêşkirin.
Hêzên rêjîmê operasiyonên leşkerî yên berfireh li wê herêmê pêkanîne bi amanca ko sînorê Urdinê bi tekûzî kontrol bikin.
Netewên Yekbûyî destnîşan kir ko”tev ko hêj nehatiye ragihandin ko kuştî an birîndar hene, lê herêm bêtir dikeve metirsiyê, û têkçûna rewşê dihêle ko hinek koçber bibin ”, û hişyarî da ko herêma Elhedilat bi yekcarî nuha hatiye veqetandin, û hin malbat li ser ard û avê tenê dijîn.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans