Rojnameya “Daily Mail” ya Birêtanî duhî raporteke tirsnak li ser eşkence û bêseruşûnkirinê belav kir, ku zêdetir ji 800 hezar belge hene li ser tawanbarkirina rijêma Esed di navendekê de li nîva Ewropa.
Ew belgeyên ku bi dizî ji Sûriyê hatine drxistin û niha li Ewropa hatine komkirin, wek belgeyek tewaw e li ser tawanên rijêma Esed yên derheqa gelê Sûriyê bi dirêjahiya heft salan dibin.
Ligor rojnameyê ku ew belgeyên gihiştina wê navendê, gelek tawan û rengê eşkecê di zîndan û girtîgehên wê de hatine pêkanîn tê de hene.
Rojnameyê gotiye ku ew dirov û belge dibe bibin hokarekî vebir bo destpêkirina dadgehên tawanên cengê li Sûriyê, û heye ku dadgeh wan tewanan ji tawanên şer yên duwemîn şerê cîhanê jî mezintir bibînin.
Ku dadwerê tawanên şer yê kenedî “Bîl Waîlî radibe bi komkirina belege û nîşanên li ser tawanbarkirina rijêma Esed, û berî niha wî kar di vê biwarê de li Yogoslafiya berê û komara Kongo û Îraqê kiriye.
Û di navendê de ya li nîva Ewropa, gelek belge li ser tawanên şer li Sûriyê hatine komkirin û parastin di kertonan de û belgeyên cor û cor in û hin ji wan hatine qetandin bi guleyan, û gelek doseyên giring hatine komkirin di komputeran de, û hin hatine dîkomîntkirin wek parçevîdiyo yên eşkencê û kuştinê di mobilan de, tevî hin nexşeyên leşkerî yên corbicor têde livên hêzên Rijêmê û lêkguhertina nameyên fermî bi mora rijêma Esed bi rêka florsint diyar dibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Elerebiyê net