“Mekanîzma navnetewî ya bêalî û serbixwe” ya hatiye avakirin ji bo pêşkêşkirina kesên sûcdar yên tawanên şer yên herî giran li Sûriyê ji bo dadgehê, bi niyaza e ku dest bi vekirina lêpirsînên taybet bike li ser tawanên şer berfireh ên li Sûriyê hatine pêkanîn, tevlî pevguherîna belgeyan ligel dadgeha tawanan ya navnetewî li Laheyê.
Dadwera Fransî “Catherine Marchi-Oil”, ya ji bo erkê amadekirina tometên tawanên şer li Sûriyê kar dike, duhî roja pêncşemê got ku ew dê “du doseyan yan jî zêdetir ji dozgeriyên lêpirsînê vekin ji berî sal bi dawî bibe”, bêyî ku agahiyên berfireh bide.
Ev yek tê piştî hefteyekê ji piştrastkirina Komîsyona Lêpirsînê ya Netewên Yekbûyî, ku tewanên şer ji aliyê rejîma Esed hatine pêkanîn bi riya koçberkirina zêdetir ji milyonek welatiyên sivîl ji destpêka vê salê, ji bilî bikaranîna sê caran ji çekên kîmyewî re li deverên cuda di heman demê de.
Komîsyonê destnîşan kir ku “koçberkirin li Sûriyê li nîva pêşîn ya vê salê gihişt di asta xwe ya herî bilind, li ser asta heft salan “, û diyar kir ku “tawanên şer, talan, êrîşên bêserûber, û bi karanîna çekên qedexe ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine pêkanîn, di piraniya parêzgehên rastî bûyerên koçberkirinê hatine de ” .
Dadwer Marchi-Oil ji bo rojnamevanan li Geneva ragihand ku ew dê bi timamî balê bidin li ser tawanên dikevin di nav binpêkirinên mezin di dema şer de, tevlî karên ku bandoreke giring hene li ser şer bi awayekî berfireh, û diyar kir ku ew li benda pêguhertina belgeyan in ligel dadgehên herêmî û netewî û tevlî dadgeha tawanên navnetewî ya li Laheyê.
Dadwerê di hevdîtinekê de ligel rojnameya “El-Şerq El-Ewset” ji berî çend rojan dîtibû ku “divê lêpirsîn û dadgehkirin beşek be ji proseya siyasî”, û destnîşan kir ku ji aliyê pispor û lêkolînerên navnetewî nêzîkî milyonek belgeyên têkildar bi binpêkirin û tawanên li Sûriyê hatine komkirin, û diyar kir ku rejîma Esad bersiva daxwazên wan nedaye, ji bo serdana Şamê, yan pêkanîna hevdîtinekê bi wan re li Geneva yan li New Yorkê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî