Rîkxistina “Nûçegihênên Bêsînor” di raporta xwe de ya roja pêncşembê anî ziman ko 211 rojnamevan û çalakvanên Sûrî ji destpêka Şoreşê ji şeş salan ve hatine kuştin. Rêkxistinê di raporta xwe de “daxwaz ji hemû aliyan kir ko ragihênerên nûçeyan ji meydanên şer li ser xaka Sûriyê diguhêzin biparêzin. ”
Rêkxistinê di raporta xwe de navên nekêmî 26 rojnamevan û çalakvanî ko heta nuha girtî ne anî ziman, û got nekêmî 21 rojnamevan û her weha rojnamevanên hevwelatiyên Sûrî, hem jî heft rojnamevanên biyanî nuha girtî ne an li dev rêjîmê windayî ne.
Rêkxistinê destnîşan kir ko “Sûrya ji çend salan ve li cîhanê welata ko herî rojnamevan têk birine, ragihêner xwe di navbera agirên corbicor de dibînin, wek hêzên Beşar û hevalbendên wê ji milîtanên mezhebperest û rêkxistina Daiş û komelên cîhadî yên tundrew heta ko bigihê milîtanên PYD”.
Rêkxistinê bêtir di raporta xwe de got “hewildanên tirsdanê û girtin û revandin û kuştinê bûne dîmeneke normal, ji rewşa rojane ya Sûriyê ya ko dîmenên tirsank lê çêdibin. ”
Rêkxistina nûçegihanên bêsînor anî ziman ko di sala 2016ê tenê de 19 rojnamevan û rojnamevanên hevwelatî hatine kuştin, û Sûriyê di pileya 177 ji (180 welatî) li gora rêzkirina cîhanî ya azadiya rojnamevanan digirin, ya ko rêkxistinê sala 2016an belav kir
Her weha navenda Sûrî ya azadiya rojnamevaniyê ya bi ser rojnamevanên Sûriyê ve binpêkirinên derheqê rojnamevanan di dema Şoreşa Sûriyê de heta meha pêncan ji sala 2015ê, 485 binpêkirin bûn, û 31 dezgeh û alavên navendên ragihandinî destdirêjî li wan bûye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans