Rêkxistina “Nûçegihênên Bêsînor” duhî sêşembê nîgeraniya xwe anî ziman derbarê çarenivîsa rojnamevanên ku rojane şoreş li başûrê Sûriyê dişopandin, û binpêkirinên rêjîma Esed ji mafê microvan re belgeh kirine, destnîşan kir ko ew di metirsiya tolhildanê de ne.
Rêkxistina ko berevaniya azadiya rojnamevaniyê dike, di daxuyaniya xwe de got ko rojnamevanan bi xwe lîstek amade kiriye navên 69 rojnamevanên Der’a û Qunêtira ên di metirsiyeke mezin de ne têde ne.
Rêkxistinê di daxuyaniya xwe de got ‘’ji gava ko rêjîmê bajarê Dera control kiriye, bi dehan rojnamevan li başûrê Sûriyê dorpêçkirî ne ‘’, û hinekan ji wan tirsa xwe ji rêkxistinê re anî ziman, derbarê girtin an kuştina wan, dema artêşa rêjîmê parêzgehê bi tevayî control bike.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê, nîgeraniya xwe anî ziman ko çarenivîsa rojnamevanên dorpêçkirî wek ya wênekêşê Filestînî Nizar Seîd bibe, yê ko piştî sê salan ji girtinê bi êşkenceyê şehîd ket.
Emîndarê rêkxistinê Kirîstof Dolowar di 11 tîrmeha borî de nameyek ji emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî re şand, têde pêşinyar kiribû ko rêbuhêrkeke mirovî ya aram bo herêmên aştî li wan heye li dewletên derdor peyda bikin.
Rêkxistina Bêsînor daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ko têwerdanê bike, ji bo rojnamevanên dorpêçkirî li başûrê Sûriyê ji tolhildana ji hêla hêzên rêjîmê biparêze.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî