Serokê navenda Sûrî ya lêkolîn û vekolînên yasayî parêzer û girtiyê berê li zindanên rêjîma Esed Enwer Elbunî duhî çarşembê xelata Elmanî-Firensî ya taybet bi mafên mirovan bidest xist derbarê kirde û helwestên wî beramber rêjîma Esed.
Wezareta derve ya Elmanî anî ziman ko wezîrê derve yê Elmanî Hîko Mas û hefkûfê wî yê Firensî Can Îf Lodiryan ragehandin ko ‘’xelata Elmanî Firensî ya mafên mirovan û serdestiya yasayê ‘’ giha 15 bervedêr û çalakvanên di warê mafên mirovan de ji wan jî yê Sûrî Enwer Elbunî.
Wezareta derve ya Elmanî di daxuyaniya xwe de got ku armanc ji xelatê ew e rêzgirtina kesayetiyên ku kar di ber parastin û bihêzkirina mafên mirovan de kirine an jî destpêşxeriyên ko serdestiya yasayê di jiyanê de bi hêz dikin pêşkêş kirine.
Elbunî di rûpela xwe yê Facebookê de dibîne ko ‘’ xelatkirin ne tenê bo wî ye, belê bo gelek kesa ye ko wan ji bo mafên mirovan di pileya yekem de li Sûriyê kar kirine.‘’
Tête destnîşankirin ko serokê navenda Sûrî ya lêkolîn û vekolînên yasayî Enwer Elbunî çalakvanekî di warê berevaniya mafên mirovan de ye, û rêjîma Sûriyê bo çalakiya wî ya mafnasiyê sala 2006ê ew girtiye.
Berê jî Elbunî xelata rêkxistina navdewletî ya parastina kesên berevaniyê di ber mafên mirovan de dikin û xelatek ji mafên mirovan ji kombenda Elmanî wergirtiye, û Elbunî xelata Firont layin ya ji sala 2004ê ve digihê kesên berevaniyê di ber mafên mirovan de dikin standiye.
Sala 2008ê li Diblinê seroka Îrlenda Marî Maklîz xelatek derbarê mafên mirovan bo Enwer Elbunî pêşkêş kiriye, û Maklîz qurbaniyên Enwer Elbunî bilind nirxand ko ew serokê rêkxistina berevaniya mafên mirovan e, ya ko rêjîmê piştî heftiyekê ji damezirandina wê ew girt.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans