Penaberê Sûrî Musena Elhac yê ko ji bajarê xwe Derayê berî çend salan koçber bûye, tev li rewşa wî ya dijwar û derdê ji ber rêjîma Esed dîtiye berî biçe Urdunê, dilsar nebûye, xwe westandiye û çalak kiriye tako behremendiya xwe di wênesaziyê de bipêş ve bibe, ew hewil dide derd û zehmetkêşiya Sûrî û zindîmana Şoreşê di tabloyên xwe de diyar bike.
Musena got ku wênesazî navgîneke derdê xelkê bi zimanekî ko hemû milet têdigihên tê pêşkêşkirin, û bêtir got ku wêneyên derbirîna rewşa Sûriyê dikin, her tiştên ko desthilatên biyanî di ragihandina xwe de dixwazin veşêrin diyar dike.
Elhac bêtir got ku ew hêvî dike nama xwe bigihîne hemû cîhanê û bêje ko miletê Sûrî ji aştiyê hez dike û şerê ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê li ser feriz bûye naxwaze. Elhac hêvî dike ko biçe Ewropa ji bo di peymangehên hunera wênesaziyê de xwe bi pêş ve bibe.
Elhac dema xwe di sazgeha xwe ya wêneyan de derbas dike li welatê penaberiyê, tako kûrahiya bîreweriya xwe di rêya tabloyên hunerî re derxe, bi rengekî ko derdê piraniya Sûriyan pê bêje.
Wênesaz Musena Elhac sê pêşengehên hunerî li Urdun pêşkêş kirine, herdem bi hêvî ye ko hunera wî derdê miletê Sûrî bigihîne, tev ko rewşa wî ya darayî rê nade ko tabloyên xwe di pêşengeheke taybet de pêşkêş bike.
Elhac berî pênc salan ji mecbûrî ji gundê xwe Xirbet Xezale yê li parêgeha Deraayê bi sedema girtinên bêserûber û kuştin û wêraniyê ya ko rêjîma Esed li dijî miletê Sûrî ji sala 2011ê ve dike berê xwe da Urdunê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Elcezîre