Thursday, 11 April 2019 16:50

Perlemanê Navdewletî Danpêdana Emerîkî bi Serdestiya Israyîlê li Colana Sûrî ya Dagîrkirî Pirotesto Dike

Yekîtiya Perlemanî ya Navdewletî, duhî çarşembê, biryara serokê Emerîkî Donald Trump ya danpêdana Waşinton bi serdestiya dagîrkerên Israyîlî li herêma Colan ya Sûrî pirotesto kir.

Yekîtiyê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ya ko ji hêla endamên komela giştî ya yekîtiya Perlemanê Navdewletî ya ji 140 endaman pêk tê ya ko li Dewhayê paytexta Qeterê civiyane hatiye pesendkirin, ‘’ desthilatdariya çi aliyekî li ser xaka yên din bi kirdeyên dijminane û cengê‘’ pirotesto kir.

Seroka yekîtiyê Gabriyêla Koyfas got: ‘’ Danpêdana Emerîka bi Israyîlîbûna Colanê, binpêkirina biryara encûmena ewlehiyê ya hejmar 497 e ‘’.

Koyfas diyar kir ko biryar ‘’ hewildanên Israyîlê bo ferizkirina desthilatdarî û birêveberiya xwe li ser Colanê pirotesto dike, û encûmena ewlehiyê dibîne ku ev hewildanin nerewa ne û ji hêla navdewletî û yasayî ve bêbandor in ‘’.

Koyfas bangek bi navê yekîtiyê da hemû aliyên nakok li rojhelata navîn, ji bo çi biryarên tekane ên dibe ku agirê nakokiyê gurtir bikin nestînin, û got: “Em wek perlemanter gerek em kar ji bo pêkanîna aştiyê di rêya gotûbêjan re bikin.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoireşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko hewildanên serokê Emerîka Donald Trump bi armanca rewakirina dagîrkeriya Israyîlê li Colana Sûrî ne, û ew binpêkirin e ji yasaya navdewletî re, û sepandina yasaya daristanê ye.

Tête destnîşankirin ko Yekîtiya Perlemanî ya Navdewletî karê rola xwe ya nuha bidawî kiriye, di kongir de 2200 kesayetî ji bêtir 160 dewletan beşdar bûne. Sala 1889ê li ser destê Firîdrîk Bas ê ji (Firensa) û Wilyam Randal Kirêmer ê ji (Birîtnya) hatiye damezirandin. Ew rêkxistineke navdewletî ye perlemanên 178 dewletan tê de beşdar in.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Siyasî Perlemanê Navdewletî Danpêdana Emerîkî bi Serdestiya Israyîlê li Colana Sûrî ya Dagîrkirî Pirotesto Dike