Berdevka wezareta derve ya Amerîka Hîdiz Nobirt hestê xwe bi “xemgînî” nîşan da li hember bûyera kuştina karmendên bergiriya sivîl ya Sûrî li gundewarê Idlibê, li aliyek din wezîrê derve yê Birêtaniya Borîs Conson hestê xwe yê “tirsnakî” li hember vê yekê nîşan da.
Ku li roja şembiya bûrî, êrîşek ji aliyê hin çekdarên nediyar hatibû pêkanîna li ser nobedariya tîmeke bergiriya sivîl li bajarê Sermîn li gundewarê Idlibê û têde heft karmendên wê hatibûn kuştin.
Di daxuyaniyekê de derbarê heman êrîşî ku heta niha tawankar nehatine naskirin, Nobirt got: “em hest bi tirs û xemgîniyê dikin li ser kuştina karmendên bergiriya sivîl ya Sûrî li parêzgeha Idlibê, ya bi navê kumên sipî hatiye naskirin”.
Herwiha Conson daxuyaniyek li ser “Tweter”ê belav kir: ” min nûçeya armanckirin û kuştina xwebexşên Kumên Sipî yên qehreman bi xem û kovan bihîst”, û got: “kuştina wan ziyanek mezin ji malabatên wan û ji Sûriya û ji Cîhanê re ye”.
Û bi hezaran sivîl li çend bajarên Sûriyê derketin xwepêşandanan ji bo ragihandina hevxemiya xwe ligel bergiriya sivîl ya ku bi deh hezar sivîl li ser destê wê ji bin kavilên wêrankirî hatine rizgarkirin.
Hêjayê gotinê ye ku bergiriya sivîl wek rêxistinek serbixwe kar dike ji bo bihawarhatina birîndar û rizgarkirina giyanê sivîlan û dîkomîntkirina navên kuştiyan li seraserî Sûriyê, ku ji aliyê bergiriya sivîl nêzîkî 100 navend li heşt parêzgehên Sûriyê hatine avakirin, û bi awayekî berdewam navendên wê ji aliyê firokên rijêma Esed û hevalbendên wê têne armanckirin û hejmarek ji karmendên wê hatine kuştin.
Tê zanîn ku bergiriya sivîl li demekê pêştir ji bo wergirtina xelata Nobil ya Aştiyê hatibû berbijêrkirin, û li êlûna 2016 bi xelata li şûna nobil “Right Livelihood Award” hatibû xelatkirin û herwiha bi xelata “Oskar” li ser baştirîn belgefilmê kurt hatibû xelatkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / wekalat