Wezîrê derve yê Qeterê ‘’Mihemed Bin Ebdulrehman Al Tanî ‘’ diyar kir ko gûrkirina şer ya rêjîma Esed li Idlibê, wê bibe sedem ko çareseriya siyasî li Sûriyê têk biçe, her weha Frensa nîgeraniya xwe ji vê êrîşa leşkerî ya dawî li ser bajarên Sûrî diyar kir.
Wezîrê Qeterî li ser rûpelê xwe yê Tiwîterê got ku dîmenên bombebaranê li Idlibê dubare dibe, û heman behane jî dubare dibin, û got ku kuştina sivîl û rikberan bi behaneya beraberiya komên terrorist, wê çareseriya siyasî ji qeyrana Sûriyê re têk bibe.
Wezareta derve ya Tirkiyê sêşembê baylozê Rûsya û yê Îranê vexwendibûn ji bo redkirina operasiyona leşkerî ya ko rêjîm û hevalbendên xwe li Idlibê pêk tînin, û ji wan daxwaz kir ko fişarê bidin ser rêjîmê ji bo operasiyona xwe rawestîne.
Lê operasiyon berfirehtir bûn û gundewarê Hema yê bakur ê nêzî idlibê jî daye ber xwe, her weha hêzên Esed gundine nû li gundewarê Hemayê yê rojhelat û gundewarê Idlib yê bakurê rojhelat kontrol kirine.
Frensa duh çarşembê got ko ew nîgeran e derbarê êrîşa rêjîma Beşar li ser parêzgeha Idlibê, û daxwaza rêzgirtina peymana kêmkirina şer ya li Astanê pêk hatiye kir.
Acansa royter li ser zimanê wezareta derve ya Frensa di daxuyaniyekê de got ku ew bombebarana tund ya çekên asmanî yên rêjîma Esed û hevalbendên wê li herêma Idlib di van rojên dawî de pêk tînin pirotesto dikin, û bi taybetî yên ko sivîl û çend nexweşxane amanc kirine.
Û bêtir got ko amanckirina bi mebest ji navendên bijîşkî re binpêkirin e ji yasaya navdewletî re.
Wezaretê got: “em daxwaz dikin ko ew rêzê li peymana Astanê bigirin, da di zûtirîn dem de tundûtûjî raweste, û divê alîkariyên mirovî yekser û bi şêweyekî hêmin bigehên kesên pêdiviya wan pê heye.”
Frensa hêrsa xwe diyar kir bi sedema ko Xûta rojhelat ya ko bi ser şoreşgeran ve ye hêj dorpêçkirî ye, di heman çaxê ko nûnerê Netewên Yekgirtî yê mafê mirovan ragihand ko nekêmî 85 kesan li Xûta ji 31.12.2017 ve hatine kuştin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî