Saturday, 14 April 2018 18:55

Piştgirî li ser Astekî Navdewletî ji Êrîşa Leşkerî re ya li Dijî Rijêma Esed li Sûriyê

Piştgirî li ser astekî navdewletî yê berfereh ji êrîşa li şeveqa îro roja şembiyê re ya li ser çend wargehên leşkerî yên rijêma Esed û milîsên terorîstên Îranê li Sûriyê hate kirin, û êrîş bi "besivdaneke erênî li ser tawanên Rijêmê yên li dijî sivîlan" hat pesendkirin.

Êrîşa leşkerî ya ji aliyê Amerîka û Birêtaniya û Fransa li şeveqa îro hatibû pêkanîn, ji aliyê Yekîtiya Ewropî û NATO û Tirkiya û Keneda û Istraliya û Si'ûdî û Qeterê bi erênî pêşwazî lê hate kirin, û bi "bersiveke di cihê xwe de" hat pesind kirin.

Ji aliyê xwe ve, wezareta derve ya Tirkiyê daxuyaniyek da û têde destxweşî li êrîşa leşkerî kir û got ku wê êrîşê "hest û wijdanê mirovatiyê bi tevahî li hember êrîşa kêmyayî ya bajarê Dûma wergerand", ku rijêma Esed bi cêbicêkirina wê bi xurtî hatiye tohmetbarkirin.

Û daxuyaniyê, êrîşên bi tewşî yên bi çekên qedexekirî û kêmyayî li dijî sivîlan bi tawaneke dijemirov dîtiye.

Ku êrîş hatiye encamdan li ser çend baregehên Rijêmê yên li nîva Şamê û derdora wê, û li navrest û başûrê welat, û ajansa "Anadol" gotiye ku firokxaneya leşkerî "Dumêr" ya li bakur-rojhilatê Şamê, û navenda lêkolînên zanistî li "Berz"ê û navenda lêkolînên zanistî li "Cimraya" û tevlî firokxaneya "Mez"ê û bingeha leşkerî 41 ya hêzên taybet li Şamê hatine bordumankirin.

Herwiha ajansa Anadol gotiye ku çend serbazgehên Rijêmê li çiyayê Qasiyonê û derdora firokxaneya Şamê ya navdewletî û serbazgehên li navçeya "Elrihêbiyê" û "Kiswê" li gundewarê Şamê hatin armanckirin.

Herwiha ligor heman ajansê ku ambargeheke leşkerî li navçeya "Dinha" li rojavayê Himusê û firokxaneya Hemayê ya leşkerî û çend baregehên milîsên Îranê li "Izri'h" li bakurê Der'a hatin bordumankirin.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Siyasî Piştgirî li ser Astekî Navdewletî ji Êrîşa Leşkerî re ya li Dijî Rijêma Esed li Sûriyê