Toreyeke Emerîkî diyar kir ko Îranê piştgiriya leşkerî ji rêjîma Esed re bi rêya asmanî şandiye, û tekez kir ko ew şandin heta bi piştî derbeya leşkerî jî berdewam e.
Waşinton tekez kiribû ko hêj rêjêm parek ji çekên kîmawî di dest de maye, û dibe cardî wî cûreyê çekan bikar bîne.
Toreya CNN ya Emerîkî got ku dezgehên ewlekariyê ên Emerîkî gihiştina barên çekan ji Îranê bo rêjîmê di riya asîmanî re dişopînin, û piştgiriya rêjîma Îranî bi çek û milîtanan ji rêjîma Esed re ji çend salan ve ranewestiyaye.
Toreyê destnîşan kir ko veguhestina wan barên çekan piştî derbeya leşkerî hatine dîtin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê hişyarî dabû civaka navdewletî li ser çavgirtina wê ji tawankariyên Îranê li herêmê û bi taybetî li Sûriyê, û tekez kir ko Tehran pirojeyekî wê heye dixwaze li ser hesabê dewletên din xaka xwe berfirehtir bike.
Û got ku Îran piştgiriya rêjmê bi pere û milîtanan û alavên leşkerî dike, û dibe di nav wan de heyberên ji bo sazkirina çekên kîmawî jî hebin, û daxwaz ji civaka navdewletî û bi taybetî Waşinton kir ko bi tena xwe bi şêweyekî kartêker tevbigere ji bo destêwedana Îranê li herêmê rawestîne.
Ev gotar hat di heman dema ku bizavin navdewletî ji bo veguhstina dosya Sûriyê ber bi komelgeha giştî ya Netewên yekgirtî ve çêdibin. Û rojnameya Gardiyan ya Birîtanî diyar kir ko dewletên rojava bizavê dikin da dosya Sûrî ya bikaranîna çekên kîmawî ber bi komelgeha giştî ya Netewên yekgirtî ve bibin, û diyar kir ko amanc jê ew e ko vîtoya Rûsî bêwate bikin, ji ber Rûsiya nahêle biryareke rêgir di vê derbarê de bête standin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî