Rêxistina Pizîşkên bêsînor, hêzên rijêma Esed û Rûsiya tometbar kirin bi bombebarankirina du nexweşxaneyan di 15’ê reşemeha 2016 an de, û ligor zanyariyên Rêxistinê ku nexweşxaneya Me’eret Elnu’hman di heman rojê de piştî demjimêr 11 sibê hat bombebarankirin, û hêjî amara qurbaniyan nehatiye zanîn.
Û ligor berdevkê Navenda Forinsîk Arkîtktşer ya Birêtanî ya ji bo lêkolînan, niha ji aliyê Rêxistina pizîşkan ve hatiye erekdarkirin bi şîkirineka vîdiyoyên belavkirî yên li ser malperên internêtê bi awayekî wird û têrutesel, ku di van vîdiyoyan de “êrîşên rêkupêk li dijî nexweşxaneyan ji aliyê hêzên Rijêmê û Rûsiya xuya dibin, û ligor navenda şîkirina lêkolînan ya Birêtanî, di deh vîdiyoyên belavkirî de hatiye xuyakirin ku pêgehên destnîşankirî dihatin armanckirin, ku navend rabûye bi destnîşankirina pêgehên rast yên wan vîdiyoyan bi rêka wêneyên setelaytan.
Û ligor navendê, wêneyekî mezinkirî yê yek ji du firokên Mig-23 yên bitenê rijêma Esed bikar tîne guncayî ye û hevdem in ligel çax û demê bombebarankirinê û demê destpêka firîna herdu firokan ya ku wêneyên wan ji aliyê artêşa azad hatibûn girtin, ku yekem firok ji binkeyek serbazî yê Rûsiya derketiye û duwem firok ji firokxaneyeka Rijêmê derketiye û Me’eret Elnu’hman bombebaran kirine.
Biyar Midîharat alîkarê rêveberê rêxistina pizîşkên bêsînor got ku “hîç belgeyek vebir nîne, lê gelek dîmen hene gomanên me bihêz dikin”, û got ku me”bawerî bi wê yekê hebû li ser berpirsyaretiya hêzên Rijêmê û hêzên alîgirên wê di ber wan êrîşan de”.
Hêjayê gotinê ye ku di roja 15’ê reşmeha 2016 an de û li demjimêr 11 biyanî ligor demjimêra xwecihî ku nexweşxaneyek li bajarê Idlibê bi çar êrîşan hat bombebarankirin, û ew nexweşxane ya hêzên artêşa azad bû û ji aliyê pizîşkên bêsînor piştgirî lê dihat kirin, û herwiha di dema ku tîmên hawarhatinê bi erkê xwe radibûn, ku heman cih piştî 45 xulekan hat bombebarankirin û ligor amarên rêxistinê di heman demê de gihişt 25 kuştî û 11 birîndaran.
Jêder: Bazinê Ragihandina Hevbendiya Niştimanî