Dewleta Qeterê daxwaz ji Encûmena Ewlekariya navdewletî kir ko ”tawankarên cengê li Sûriyê ” li pêşberî dadgeha navdewletî dadgeh bike, dîsa di rêya nûnerê xwe re yê herdemî piştgiriya xwe ji hemû bizavên gihiştina çareserkirina siyasî li Sûriyê da xuyakirin. Elî Elmesûrî nûnerê Qeter yê herdemî libal nivîsgeha Netewên Yekbûyî li Cinêvê duh duşembê ji civaka navdewletî û bi taybetî Encûmena Ewlekariyê daxwaz kir ko “bêtir piştgiriyê bidin mîkanîzma navdewletî ya bêalî û serbixwe ji bo alîkariyê di vekolîna di tawankariyên li Sûriyê dibin bikin. ”
Elmensûrî helwesta welatê xwe diyar kir di rêya gotûbêjiya kartêker re digel komîta vekolîna navdewletî ya serbixwe ya derbarê Sûriyê li Encûmena mafên mirovan, û piştgiriya Qeterê nû kir ji hemû bizavên gihiştina çareseriya siyasî li Sûriyê li gora daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê.
Nûnerê Qeter li ser giringiya ko hemû peymanên ko pêkbînin axivî û got gereke agirbest bi tekûzî çêbibe û rê bidin ko alîkariyên mirovî bigihên hemû deverên Sûriyê, û istiratîciya leşkerî ya rêjîma Esed û hevalbendên wê “ya derbarê guherîna dîmugrafî” rexne kir.
Elmensûrî diyar kir ko istiratîciya rêjîma Esed “ji dorpêçkirina bajaran û birçîkirina niştecihan û bombebarankirina bêserûber, niştecihan dike ber du bijarteyan yan mirin yan bombebarankirin, birçîkirin û nexweşiyê an wan mecbûrî peymanên rasdestkirin û koçberkirinê bikin.”
Dûmahiya gotina xwe balyoz Elî Xelfan Elmensûrî ji civaka navdewletî û bi taybetî Encûmena Ewlekariyê daxwaz kir ko helwesteke tund bigire derbarê sizakirina berpirsiyarên tawankariyan û yên binpêkirin kirine ji sala 2011ê ve û ji bo dadgehan bêne pêşkêş kirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Acans