Wezîrê derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdilrehman Al Tanî, îro duşembê, di kongirekî rojnamevanî de li Dewhayê got ku welatê wî peywendiyan bi Şamê re venagerîne, û tekez kir ko rêjîma Esed tawankariyên cengê pêk anîne.
Wezîrê Qeterê destnîşan kir ko ‘’ peywendî di vê qonaxê de digel rêjîmê, peywendî bi kesekî re ye ko tawankariyên cengê kirine, û ev mijar gerek neyê pejirandin‘’, û Got:‘’Gerek rê ji bo vegera rêjîmê di nav komkara Erebî neyê dan. ‘’
Al Tanî got: ‘’ Helwesta Qeterê ew e, sedemin rawestandina endametiya Sûriyê di nav komkara Erebî de û nebeşdarbûna wê hebûn, hêj ew sedem hene, û çi fakterê handanê ji bo vegera Sûriyê nîn e ‘’ , û got ku hêj çareseriyeke siyasî li Sûriyê nîn e, û miletê Sûrî hêj ji hêla rêjîmê ve tête bombebarankirin.
Helwesta Qeterê hat piştî ko heyva bûrî Îmarata Eerebî peywendiyên xwe bi rêjîmê re vegerandin, û balyozxaneya xwe dîsa li Şamê vekir, piştî heft salan ko peywendiyên xwe bi Sûriyê re birrî bûn, û ji destpêka şoreşa Sûriyê ve 2011ê komkara Erebî endametiya Sûriyê rawestandibû.
Di heman pêvajoyê de partiyeke Tûnisî ya mezin di çarçoveya serdana Beşar Elesed bo beşdarbûna di komcivîna bilind ya komkara Erebî de red kiriye, û tekez kir ko ev xiyanet e li herdu miletan yê Sûrî û yê Tûnisî, partiya ‘’Tevgera Tûnis ya viyanê ‘’ ya bi serokatiya Minsif Elmerzûqî serokê berê serdana Beşar Elesed bo Tûnisê red kir.
Û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê helwesta dewletên Erebî yên vegerandina peywqendiyan bi rêjîma Esed re red dikin bilind nirxand, û got ku ev helwesteke mêrxasiyê ye, û ev helwest nîşana wefadariya bi pakrewanan re ye, ewên xaka Sûriyê ji heft salan ve bi xwîna xwe av didin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî