Tora Sûriyê ya mafên mirovan roja Çarşemê di raporeke xwe de tekez kir ku milîsên PYDê,bi awayekî berfireh kiryarên li dijî yasaya navdewletî ya mafên mirovan li deverên di jêr desthilata wê de pêk anîne, û bi awayekî taybetd di riya girtina bêserûber re,û revandin û windakirina bi zorê û îşkencekirina çalakvan û siyasetmedarên dijberî siyaseta wê partiyê.
Toreyê ji destpêka sala 2017an de û heta niha bikêmanî 169 bûyerên revandin û windakirina bi zorê ji çalakvan û siyasetmedarên dijberî wan milîsan re belgeh kiriye, ku tenê 72 kes ji wan hatine berdan û hêj 97 kes girtî yan windakirî ne.
Rapor amaje bi wê yekê dike ku wan milîsan ti tomet bi wan kesên girtî venekirine, û malbatên wan bi cihê girtina wan agahdar nekirine, û ti zelalkirin jî nedane gelo ka ew zindî yan mirî ne, û carcaran bi girtinê re riswakirin û îşkence heye, û yên ku hatine berdan pêşberî dadgehên daddar nebûne, û tenê tedbîrên rotinî bi wan re pêk anîne, herwiha cihên girtinê mercên tenduristiyê yên serke têde tunebûn, wek guhdana tenduristî û paqijiya kesayetî , av, ba û xwarinê, û vê yekê hişt ku nexweşî di nava girtiyan de belav bibe, û ji bilî van yê girtî nikare ji xwe re parêzerekî bigire û malbata wî nikarin serdana wî bike.
Toreyê di raporea xwe de nimûneyeke zindî tîne ziman, ew jî girtina rojnamevan Berzan Hisên Liyanî ye, nûçegihanê Bernameya ARK li ser kenala Zagrosê, ku di 13ê Gulana 2017an de hatiye girtin, ku ew ji aliyê çekdarên nenas tevlî timpêla wî hate revandin, raporê bal kişand ser wê yekê ku hin kesên nêzîkî Barzan ji wan re gotine ku piştî derbasbûna heftiyekê wan ji nûve nas kir ku hin çkdarên ser bi wan milşsan ve ew revandine.
Herwiha hin raporên berya niha jî kiryarên wan milîsan belgeh kirbûn ( Neteweyên Yekbûyî jî hin ji wan kiryaran belgeh kirbûn), ku proseyên koçbarkirina bi zorê li deverên di jêr desthilta wan milîsan de pêk anîbûn, herwiha siyaseta girtin û revandina çalakvanên Kurd û her kesê ku dijberiya kiryarên wan dikir dimeşandin, li ser nerîn û boçûnên wan yên li dijî berjewendiya Şoreşa gelê Sûriyê û azadiya wî bi şêweyekî mîna yê rejîma Esed.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê